Bi KHK'ê ji radyoterapiyê hat avêtin dest bi çandiniyê kir 2017-06-20 09:15:59 AMED – Teknîkera radyoterapiyê Rozerîn Çatak piştî bi KHK’ê ji kar hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike li gundê Başîla Yenîşehîrê li ser dolimek zevî dest bi çandiniya sebzeyan kir. Çatak anî ziman ku ji bo teslîmî pergala wan nebe, dest bi çandiniyê kir û wiha got: "Ji ber ku ez karê ax û xwezayê dikim kêfxweş im." Teknîkera radyoterapî Rozerîn Çatak li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Gazî Yaşargîl a Amedê 7 salan xizmeta tenduristiyê kir. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) li ser hev Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin. Çatak jî para xwe ji KHK’ê girt û bi KHK’a 29’ê cotmeha 2016’an ji karmendiyê hat îxrackirin. Çatak, ji bo debara xwe bike li gundê Başîl ê navçeya Yenîşehîra Amedê, li ser dolimek zevî dest bi çandiniyê kir. Çatak li baxçeyê xwe firingî, xiyar, îsot, bacan, bamye, fasulye, rihan û petêx çandiye û li benda hilberîna wan e. Çatak, ku piştî hat îxrackirin û niha karê baxçe dike, li nav karê çandina baxçe axivî. ‘DIXWAZIN ME BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKIN' Çatak destnîşan kir ku ew bi KHK’iya hejmara 675’an hatiye îxrackirin û wiha got: "Min ji medya îxrackirina xwe bihîst. Bi KHK’iyan xwestine gelek peyaman bidin me. Armanca van KHK’iyan ew e ku di şexsê kes de civakê ceza bikin. Bi taybetî li Kurdistanê dixwazin kurdan bi birçîbûnê pîr û pergal bikin. Ji ber ku ez û hevalên xwe jî teslîmî polîtîkaya OHAL, KHK û pîr û pergala birçîbûnê nebin, li gorî derfetên xwe min jî alternatîfa xwe da avakirin. Ez spasiya gel jî ew me bi tenê nahêlin. Destûra çandina baxçe dan min û piştgiriya xwe wisa ji bo me aşkere dikin. Min li gel piştgiriya gundiyan vî baxçeyî çand.” ‘ÎCRACKIRINÊ MIN FÊRÎ KARÊ BAXÇE KIR’ Çatak da zanîn ku wê mehek berê dest bi çandina baxçe kir û got di derheqê mijarên cotkariyê de tu zanyariyê wê tunebûn lê îcrackirinê kir ku ew fêrî karê nav baxçeyan jî bû. Çatak anî ziman ku ji firingiya bigire heta rihanê li nav baxçe çandiye û li bendê ye ku heta mehekî din ji sebzeyên xwe hilberîn bigire. Çatak bilêv kir ku dema hilberînê dê li gel hevalê xwe yên îxrackirî wek komunekî di nav parvekirinê de be û got hin hevalê wê dê fabrîqeyek xwarinê çêbikin û hilberînê baxçeyê xwe wê bi wan re binirxîne. Çatak da zanîn ku baxçeyê wê ji dolimek erd pêk tê û wiha got: "Em bi ava ji qenalê bi rêbazên çanda kevnare baxçe av didim." ‘DIVÊ JIN KOMUNAN AVA BIKIN’ Çatak bibîr xist ku pergalê wan bi zanebûn ji axê qût kiriye û wiha bi dawî kir: "Çandina baxçe min arasteyî nav jiyana ax û xwezayê kir û ez bi jiyana axê ve girê dam. Ez bang li hemû hevalên xwe yên îxrackirî dikim ku li hember pergala wan îxrackiriye bêdeng nemînin û li her deverê alternatîfê jiyanê ava bikin û bi taybetî divê jinên hatin îxrackirin yekîtiya xwe pêk bînin û li her derê jiyana komûn ava bikin. Bîlal Guldem - dîhaber