Ne 'bêxwedî', ne jî 'bênasname' ne, lê... 2017-06-20 09:20:08 ÎZMÎR - Tenê dema bi awayekî komî tên kuştin an jî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê penaber tên bibîranîn. Lê belê, ew penaberên ku ji bo "hêviyê" bi riya dikevin û di rêwîtiyê de can didin, li goristanên "bênav" û "bêkes" tên definkirin û kesekî wan tune ye ku serdana wan bike û wan bi bîr bîne. Tenê dema bi awayekî komî tên kuştin an jî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê penaber tên bibîranîn. Lê belê, ew penaberên ku ji bo "hêviyê" bi riya dikevin û di rêwîtiyê de can didin, li goristanên "bênav" û "bêkes" tên definkirin û kesekî wan tune ye ku serdana wan bike û wan bi bîr bîne. Li Beşa Bêkesan a Goristana Dogançay a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê gorên nêzî 200 penaberî hene. Hema bêje piraniya van goran bê kêlik in. Her wiha piraniya wan bênav in jî, tenê li ser lewheyeke reş hejmarên goran hene. Piraniya van penaberên ku kes serdana gorên wan nake jin û zarok in. JI BARBARTIYÊ RIZGAR BÛ, LÊ JI ÎHMALKARIYÊ XELAS NEBÛ Li goristanê tişta herî êşbar jî, beşa wê ya ku ji bo pitikan hatiye veqetandin. Hin gor bênav in, tenê hejmar li ser wan hene û li ser hinan jê jî ya eşyayên pitikan, şara dayikan hene yan jî hin kes xwedî li hin goran derketine û ew bi mermer çêkirine. Yek ji van pitikan jê jî Ahmet Bîlalê kobaniyî ye. Hevjînên hev Xelîl Xidir û Rewşan Bîlal ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji neçarî Kobaniyê terk kirin. Pitika wan Ahmet beriya êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an hatibû dinê û tevî malbata xwe li Îzmîrê terkî jiyaneke xizaniyî hat kirin. Ahmet tim nexweş diket û derket holê ku dema çêbûye nexweşîneke ensefalosel lê peyde bûye. Heke emeliyat bibûna dê ji sedî 1 şansê jiyanê hebûna. Li gel vê jî dayika wî Rewşenê xwest ku pitika xwe emeliyat bike. Piştî emeliyata li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê Ahmet tenê rojekê jiya û mir. 'BILA GORA WÎ BÊ AV NEMÎNE' Ahmet jî wek hevsalên xwe yên din li Îzmîrê hat definkirin. Piştî ku Kobanî hat azadkirin malbata wî berê xwe da Kobaniyê. Dema malbat çû Kobaniyê li Îzmîrê Ahmet emanetî Komeleya Pira Gelan kir. Dayik Rewşen ji rêvebera komeleyê Gulîstan Sûltanê xwest ku gora Ahmet bê av nemîne. Sûltan jî, ji bo vê daxwaza Rewşenê bi cih bîne dem dem serdana gorê dike û gora Ahmet av dide. Sûltan wiha dibêje: "Ji xwe xakeke wan a azad, zimanekî wan û jiyaneke wan hebû. Ji ber dewlemendiyên xaka wan şerek qewimî. Ew ne sûcdarên vî şerî ne. Sirf ji bo di wî şerî de nemirin reviyan. Çimkî ew şer ne şerê wan bû. Şer red kirin, ji bo jiyînê mirin."