Piştî HDP'iyan êdî destûrê nadin Tanrikûlû jî ku serdana girtîgehan bike 2017-06-20 09:20:48 ENQERE - Piştî parlementerên HDP'î, vê carê jî Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bi ambargoya serdana girtîgehan re rû bi rû ma. Meheke destûra Tanrikûlû nayê dayîn serdana girtîgehan bike. Tanrikûlû wiha got: "Li benda bersova wezaretê me." Ji 15'ê Tîrmehê ve daxwazên parlementerên HDP'ê yên ji bo serdanên girtîgehan ji aliyê Wezareta Dadê ve tên astengkirin. Ev ambargoya li ser HDP'iyan hîn jî didome, lê belê derket holê ku ev meheke ku Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû dixwaze serdana girtîgehan bike, lê belê ev daxwaza wî ji aliyê wezaretê ve tê astengkirin. Têkildarî mijarê Tanrikûlî ji dihaber'ê re axivî. Tanrikûlû, ragihand ku ev nêzî mehekê ye wî daxwazên xwe yên ji bo hevdîtinan ragihandiye Wezareta Dadê, lê belê heta niha ne erênî û ne jî neyînî tu bersiv nehatiye dayîn. Tanrikûlû, anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi rojnamger, parlementer û aktivîstên girtî re çêbike gelek caran serî li wezaretê daye, lê belê serlêdanên wî bê bersiv tên hiştin. ‘DIXWAZIN WAN BI TENÊ BIHÊLIN' Hat hîn bûn ku parlementerên CHP'î yên din bi rewşeke wisa re rû bi rû nemane û Tanrikûlû wiha got: "Ev tewra ku li hemberî min tê sepandin, ji ber vê ye ku; dixwazin ew kesên ku ez dengê wan radigihînim bi tenê bihêlin." ‘YÊ EV TIŞTAN TÎNE SER PARLEMENTER, XWEDÊ ZANE DÊ ÇI BÎNE SERÊ WELATIYAN' Tanrikûlû, anî ziman ku Wezareta Dadê diyar nekiriye ku ji bo çi ew destûrê nade û wiha axivî: "Parlementer bêyî destûr hevdîtinê çêdike. Ji bo parlementeran qedexekirina hevdîtinan, nîşaneya asta sepandinên antî-demokratîk ên hikûmetê nîşan dide. Yê ev tiştan tîne serê parlementer, Xwedê zane dê çi bîne serê welatiyan." DIVÊ HIKÛMETA DAXUYANIYÊ BIDE Tanrikûlû, dest nîşan kir ku li gor nasname û partiyên wan ên siyasî parlementer rastî ciyawazuyan tên. Tanrikûlû got ku ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê hikûmet ji ber vê sekna xwe daxuyaniyekê bide. Tanrikûlû wiha axivî: "Ciyawaziya parlementeran a li gor aîdiyetan nîşan dide ku hikûmeta çi qasî bi derhuqûqî tevdigere. Li holê ye ku ev sekna ciywaz ne li gor exlaqê siyasî ye. Li welatên demokratîk parlementer bêyî destûr serdana girtîgehan dikin. Wê roj bê û wê pêdiviya wan jî bi huqûqê hebe."