Di CHP'ê de ji 57 kesan niha dora kê ye? 2017-06-20 09:22:34 ENQERE - Bi girtina parlementerê CHP'î Enîs Berberoglû re nîqaşên "dora girtinê ya CHP'ê ye" zêde bûn. Li gel van nîqaşan der barê 58 parlementerên CHP'î de 211 fezlekeyên cuda hene û dibe ku ev kes bi heman pêvajoyê re rû bi rû bimînin. Piştî girtina parlementerên HDP'î, bi girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû re nîqaşên ku dê girtin bidomin zêde dibin û ev nîqaş bi xwe re pirsa "Gelo niha dor dora parlementerên CHP'î ye?" tîne. Guhertina Qanûna Bingehîn a der barê betalkirina destnedayînan de, di 20'ê Gulana 2015'an de li Meclîsê hatibû qebûlkirin û berpêşî Serokomar Erdogan hatibû kirin. Erdogan, di 7'ê Hezîrana 2015'an de guhertin îmze kir û paşê ketibû meriyetê. Hejmara parlementerên ku riya darazê li ber wan hatibû vekirin 152 bû û bi giştî 800 fezlekeyên destnedayînê hebûn. Ji van fezlekeyan 511 jê der barê 55 parlementerên HDP'î de hatin amadekirin û niha ji ber van fezlekeyan 11 parlementerên HDP'î girtî ne. 211 fezleke jî Enîs Berberoglû jî di nav de der barê 58 parlementerên CHP'î de hatibûn amadekirin. DOSYEYA HERÎ ZÊDE YA KILIÇDAROGLÛ YE Di nav CHP'iyan de herî zêde der barê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemla Kiliçdaroglû de fezleke hene. Der barê Kiliçdaroglû de 38 fezleke hene û piraniya van fezlekeyan bi îdiaya "heqaretê" hatine amadekirin. PIRANÎ JÊ DOSYEYÊN 'HEQARETÊ' NE Piraniya fezlekeyên der barê CHP'iyan de, bi îdiaya "heqareta serokomar" hatine amadekirin. Lê belê, der barê hin kesan de jî bi îdiayên ku "peywira xwe nebaş bi kar tînin" û "fesadiyê dixin îhaleyê" fezleke hatin amadekirin. Der barê Parlemeneterê Ispartayê Metîn Lutfî Baydar de bi hinceta "sextekarî kiriye û peyweriya xwe baş bi cih neaniye", der barê Parlementerê Denîzliyê Niyazî Nefî Kara de bi hinceta "fesadî xistiye îhaleyê", der barê Parlementerê Stenbolê Bariş Yarkadaş de bi hinceta "kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin hedef nîşan daye", der barê Parlementerê Sakaryayê Engîn Ozkoç de jî wek a Berberoglû ku bi hinceta "Belgeyên qedexekirî eşkere kiriye" fezleke hat amadekirin. Her wiha der barê Eren Erdem û Sezgîn Tanrikûlû ku ev demeke çapemeniya hewzê ew hedef girtine de jî fezleke hene. Der barê her du parlementeran de bi piranî jê bi hinceta "Heqareta serokomar" 10 fezleke hene. ERDOGAN SINYAL DABÛ Piştî girtina Berberoglû, "Meşa Edaletê" dest pê kiribû û Serokomar Erdogan der barê meşê de wiha gotibû: "Heke rojekê daraz gazî te jî bike neheyirî". Ev gotin, wek ku dibe ku di rojên pêş de ev kes jî bên girtin tê nirxandin.