Meşvanên "Edaletê" di çûyîna Edîrneyê de bi israr in 2017-06-20 10:13:38 ENQERE - "Meşa Edaletê" ya ku ji hêla CHP'ê ve hat destpêkirin, di roja 6'emîn de berdewam dike û gelek kes bi daxwazên xwe beşdarî meşê dibibin. Rayedar û wekîlên CHP'ê der barê mijara destnedanê de bi vekirî rexnedayîna xwe didin û aşkera dikin ku divê ev meşa heta Edîrneyê berdewam bike. Piştî Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hat girtin, di pêşengiya Serokê Giştî yê CHP'ê de "Meşa Edaletê" hat destpêkirin. Meşa ku 6 roj li dû xwe hişt, her ku diçe tevlêbûn zêde dibe û 100 kîlometre rê çûn. Di meşê de welatiyekî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, meş bi piştgiriya beşên cuda berdewam dike û her ku diçe ji "Çalakiyeke CHP" derdikeve. HER KES BI DAXWAZÊN XWE TEV LI DIBE Di meşa "edaletê" ya ku her kes bi dildarî tev li dibe de, gelek mirov li herêmê bêmafiyên ku derdikevin holê jî tînin ziman, hin ji wan balê dikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji hêla Nuriye Gulmen û Sehîh Ozakça ve hatiye destpêkirin û ev 104 roj in berdewam dikin jî û hin ji wan jî dixwazin kujerê rojnamegerê ermenî Hrant Dînk bên dîtin û ji bo doza wî re jî edaletê dixwazin. PIŞTGIRIYA 'VEŞARÎ' Ev meşa di heman demê de bi kîjan herêmê re derbas dibe jî hişyariyekî dide çêkirin. Di roja 5'emîn a meşê de, meşvan ji navenda Kizilcahamamê ya Enqereyê re derbas bûn û her çendî welatiyên li vir beşeke muhafazakar be jî piştgiriyek xurt da meşvanan. Esnafekî ji Kizilcahamamê ku nexwest navê xwe bêje, aşkera kir ku ew endamê Partiya Saadetê ye û wiha got: "Edalet di heman demê de çalakiyeke olî ye. Pêwistiya me hemûyan bi edaletê heye. Ez piştgiriyê didim vê meşê." Li ser pirsa hûn çima naxwazin navê xwe bêjin jî welatî ev bersiv da: "Ev der cihekî piçûk e, ez naxwazim karê xwe ji destê xwe bikim." QIRALÊ EREBISTANA SIÛDÎ YÊ HAT GEL APÊ RIFAT! Meşvanên ku di roja 5'emîn de xwe dan gundê Buldakê ya Kizilcahamamê, êv gund bi mêvamperweriya xwe bal kişand. Jinên ku hatin qada gund, bi gotinên wekî "Em jî edaletê dixwazin û piştgiriyê didin meşê" welatî pêşwazî kirin. Kamerayên ku xwestin wan bikişînin, hin ji wan nexwestin, hin ji wan jî bi gotinên "Dayika min em çima neaxivin, tiştekî ku em bitirsin nîne" û fikrên xwe anîn ziman. Apê Rifat ê 80 salî jî bi gotinên "Ez ji siyasetê fêm nakim" û herî zêde dixwest pêşî li berhemên xwe veke. Li Kizilcahamamê 4 avahî û maşîneyeke Apê Rifat hene, wî jî marolên ku çandiye diyarî me kir û got ku "Hûn van li cihekî din nabînin. Berî du salan Qralê Erebistana Siûdî bi helîkopterê hat vir û ji me marol wergirtin." Dema me bi çavekî ne pê bawer lê mêze kir, Apê Rifat dixwest rastiyê bi me bide bawerkirin. EM CHP’Ê DIZANIN LÊ… Mirovên ku xwe gihandin cihê bêhnstandinê, rixmî hemû serma û baranê li ku cihek didîtin bi derfetên xwe ji xwe re cih amade dikirin. Welatiyê bi navê Hidir Aydar ji Enqereyê tev li meşê bûye û tîşortê ku wêneyê Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen li ser e, li xwe kiriye, endmekî Dev-Gençê yê berê ye. Aydar da zanîn ku ew dizanin CHP çî ye û aşkera kir ku ji bo azadiya kuçe û kolanan, meş girîng e. Aydar piştrast kir ku divê tevlêbûna meşa zêdetir bibe û ev meş heta Edîrneyê li gel Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biçe. ‘DIVÊ EV MEŞ VEGUHERE SEFERBERIYÊ’ Seroka Giştî ya Halkevlerî ya berê Oya Ersoy a ku tev li meşe bû jî diyar kir ku pêwîst e ev ne wek meşa CHP’ê bê dîtin û bal kişand ser eniya “Na” ya di 16’ê Nîsanê de derket pêş û wiha got: “Heta niha me ji hemû dîktatoriyan re got na. Ji roja ewil ve em wek Halkevlerî daxwaz dikin ku ev meş veguhere seferberiyê.” Ersoy destnîşan kir ku daxwaza edaletê di heman demê de daxwaza aştiya civakî ye û wiha got: “Divê Tirkiye li çar aliyan piştgiriya vê meşe bike. Li ser destnedayînê jî gelek rexne li CHP hatin kirin. Divê em hemû tiştî deynin aliyekî û vê meşê bikin meşek giştî. Roj roja têkoşîna li dijî dîktatoriyê ye. Divê meş tenê ne ji bo girtîgehan be. Heta serkeftinê divê bidome. Pêwîst e meş ne wek meşek di navbera Enqere û Stenbolê de bê nirxandin.” DI NAV CHP'Ê DE REXNEDAYÎN ZÊDE DIBE Di nav CHP’ê de bi boneya destdayînê nêzîkatiyên cuda hene. Hin alî diyar dikin ku girtina parlamenteran ne girêdayî rakirina destdayînê ye. Navên wek Mahmut Tanal û alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Erdal Aksunger jî diyar dikin ku CHP berpirsyariya xwe di vê mijarê de qebûl bike û rexnedayîna xwe didin. Parlamenterê CHP’ê Musa Çam jî vê rexnedayînê bi awayekî vekirî dibe cihekî din. MUSA ÇAM: ŞAŞÎTIYA HERÎ MEZIN BÛ Çam bal kişand ser meşên sendîqayan ên berê û wiha axivî: “Ez berê tev li wan meşan bûm. Partiyek 70 salî di dîroka xwe de yekemîn car 450 kîlometre rê dimeşe. Ev têkoşînek girîng e. Xwedî derketina aştî, edalet û azadiyê karê her kesî ye. Ez maf didim rexneyên li ser CHP tên kirin. Ev biryar biryareke herî şaş e. Destnedayîna min hat rakirin û niha ez têm darizandin. Li dijî makezagonê ye. Em ê bêjin erê lê gotinek şaş e. Ji ber ku bi vî awayî hevalên me gotine erê di ferqa şaşîtiyê de ne. Ji ber rakirina destnedayînê gelek parlamenter tên darizandin û girtî ne. Herî dawî jî parlamenterê me hat girtin. Rakirina destnedayînê biryarek şaş a dîrokî ye. Divê em vê qebûl bikin û renxedayîna xwe bidin. Ev meş dive ku bibe meşa rexnedayînê jî.” Çam da zanîn ku ev meş tenê ne ji bo Enîs Berberoglu û heta Maltepeyê ye û wiha domand: “Divê meşa me ji Sîlîvriyê heta Edîrneyê û Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê biçe. Ev meşek li dijî girtina hemû parlamenter û înfazên bê daraz e. Pêwîst bike divê ev meş heta wan deran jî biçe. Lazim e HDP jî tev li meşe bibe û destekê bidê.” ‘DIVÊ EV MEŞ HETA BRÛKSELÊ DEWAM BIKE’ Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Çetîn Soysal jî diyar kir ku ev meşa ji bo demokrasî, aştî û azadiyê ye û ev tişt got: “Divê ev meş pêşengiya refleksa civakî bike. Dema em bigîhîjin Stenbolê wê milyonek mirov me pêşwazî bike. Divê ev meş tenê bi Edîrneyê re sînor nemîne. Pêwîst e ev meş heta Brukselê dewam bike. Berberoglu dilopa dawî ya vê meselê bû. Pêwîst e her kes ji bo demokrasiyê di nav eniyek hevpar de bigîhîje hev.” Kenan Kirkaya - dîhaber