Meşa Edaletê di roja 6’emîn de ye 2017-06-20 10:36:08 ENQERE – “Meşa Edaletê” di roja 6’emîn de ber bi Boluyê ve destpê kir. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko tevlî meşê bû û got pêwîste meş bi Girtîgeha Maltepeyê re sînorkirî nemine. “Meşa Edaletê” ya CHP’ê di roja 6’emîn de berdewam dike. Meşê saet di 08.00’an de ber bi Boluyê ve destpê kir. Daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn her roj ku dihat li darxistin, îro ji ber komcivîna meclîsê ev daxuyanî pêk nehat. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu dê îro saet di 13.30’an de li Çamlidere civîna koma partiya xwe li dar bixe. Îro Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û sendîkayê girêdayî wê tevlî meşê bûn. Seranserî meşê rêxistinên bajar û navçeyan ên CHP’ê beşdarî meşê bûn. BEKO: DIVÊ HER KES BIKEVE NAV LIV Û TEVGERÊ Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko yê ku beşdarî meşê bû ji dîhaberê re axivî. Beko ev tişt got: “Li Tirkiyê pirsgirêka edaletê pirsgirêkeke giştî ye. Divê her kes di vê çarçoveyê de bikeve nav liv û tevgerê. Pêwîste meş li Stenbolê bi milyonan kes bê pêşwazîkirin. Li girtîgehê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 12 parlementer girtî ne. Bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin. Taşeron edaletê daxwaz dikin. Pêdiviya jin û ciwanan bi edaletê heye. Lazimê ji bo van hemûyan meş berdewam bike.” Beko destnîşan kir ku pêwîste meş bi Girtîgeha Maltepeyê re bi sînorkirî nemîne û divê li her devera Tirkiyê belav bibe.