Hevserokê DBP’a Payîzavayê hat binçavkirin 2017-06-20 10:36:50 WAN – Hevserokê DBP’a Payîzavayê Kemal Guler di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Hevserokê DBP’a Payîzavaya Wanê Kemal Guler hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Guler a li taxa Kurubaşi ya Artemêtê de girt û Guler binçav kirin. Hinceta binçavkirina Guler nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.