Xebatkarê Weşanxana Aramê hat berdan 2017-06-20 11:23:34 AMED – Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Denîz Babir, li Edliya Amedê hat binçavkirin. Bapîr piştî îfade da hat berdan Xebatkarê Weşanxaneya Aram Denîz Babir, dema ji bo lêpirsîna derbarê wî de çû Edliya Amedê îfade bide, li edliyê hat binçavkirin. Polîsan di ketina edliyê de Babîr binçav kir. Hat zanîn ku di derbarê Babîr de biryara girtinê heye û ew birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Têkildarî naveroka lêpirsînê agahî nehatin bi destxistin. Bapir piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan. Babir, ji dozek din piştî 6 meh di girtîgehê de ma di 4’ê Nîsanê de hatibû tahliyekirin.