Di şerê li Reqqa de 34 DAÎŞ hatin kuştin 2017-06-20 12:16:43 REQQA – Li rojhilat, rojava û başurê Reqqayê şer bi dijwarî didome. Li başurê bajar 34 DAÎŞ hatin kuştin, 2 motosikletên bombebarkirî hatin îmhakirin. Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 15'an de didome. Şevê din şervanên QSD'ê li milê rojava li taxên El Berîd û Qedisiyê tevî şer pêşdeçûna xwe domandin. Li rojhilat jî şervanan piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser taxa Battanî şikandin, li taxê dest bi xebatên lêgerîne kirin. Xebata şervanan berdewam dike. Şevê din şervanên QSD'ê ji milê başurê Reqqayê ve jî pêşde çûn. Li pira ku weke "Pira nû ya Reqqa" tê nasîn DAÎŞ'ê êrîşî şervanan kir. Li derdora pirê heta seetên sibehê şer bi dijwarî ajot. Hat zanîn ku di şerê giran de 34 DAÎŞ hatine kuştin û piraniya laşê DAÊŞ'ê ketiye bin kontrola şervanan. Di şerê li derdora pirê de her wiha şervanan 2 motosikletên bombebarkirî û doçkayek çeteyan a 23.5 mm jî îmha kirin. Şerê li eniya başûr hîn jî cih bi cih berdewam dikin.