KNK’ê ji bo yekitiya kurd Tevgera Azad ziyaret kir 2017-06-20 12:54:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta KNK’ê di çavçoveya xebatên lidarxistina Kongreya Netewiya Kurdistanê, Tevgera Azadî û Komelga Kurdistanê ziyaret kir. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê, heyeta bilind ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengtiya Cigirê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalî Zade de, li Silêmanî Tevgera Azadî ziyaret kir. Heyeta KNK'ê ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah û şandeya Tevgerê ve hat pêşwazî kirin. Piştî kombûnê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah wiha got: "Heyeta KNK’ê ji bo tevlîbûna guftûgoyên netewî daxwazname gihand destê me. Me jî li ser wê danûstandina fikir kir. Her dema ku tiştek bikeve ser milê me, emê ji bo gel û netewa xwe pêkbînin.” Şandeya KNK’ê bi heman armancê serdana KCK, Tevgera Goran, YNK, Komela Îslamî, Tevgera Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, partiya Komûnîst û Zehmetkêşanî Kurdistanê kir. Li bendê ye ku serdana piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê bike. Piştre jî encama serdanan wê were eşkere kirin.