DAIŞ'iyên tev li kuştina polîsan bûn hatin berdan 2017-06-20 13:08:28 AMED - Di şerê DAÎŞ û polîsan ê li Amedê de 2 polîs hatibûn kuştin û 4 polîs jî birîndar bûbûn. 3 kesên ku mala DAIŞ'î lê hatibûn kuştin kirê kiribûn û li ser çek, dûrbînên di malêde hat dîtin şopên tiliyê wan hatibûn dîtin hatibûn girtin. Dadgehê 3 kesên bersûc serbest berdan. Rûniştina doza 3 jê girtî, 18 bersûcên li Amedê di operasyona li dijî DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin ji "Endamên rêxistinê ne", "Li ser xwe madeyên xeter gerandine" û "Qanûna çekan bin pê kirine" heta 15 salan ceza dihat xwestin, li li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîsan di 26'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Peyasê li dijî mala ku endamên DAIŞ'ê lê diman, operasyon pêk anîn. Di şer de polîsên tevgera taybet Sadik Ozcan û Gukhan Çakir hatibûn kuştin û 4 polîs jî birîndar bûbûn. Di şer de endamên DAIŞ'ê Veysel Argunaga, Cahît Olmez, Serhat Seyîthanoglu, Ergun Gul, Sidik Bunul, Orhan Genç û Ersel Gerguy jî hatibûn kuştin. Piştî pevçûnê li Amedê serdagirtina malan pêk hatibû, 18 kes bi îdiaya 16 jê endamên DAIŞ'ê ne hatibûn binçavkirin. Di berdewama lêpirsînê de 16 kes serbest hatibûn berdan û 3 kes girtî dihatin darizandin. DI MALÊ DE ŞOPÊN TILIYAN DERKET Nîhat Turan û Mahmut Demîrta li Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê bi rêya SEGBÎS'ê tev li rûniştinê bûn. Mustafa Denîz ê girtî jî li dadgehê amade bû. Dozger diyar kir ku bersûc Mahmut Demîrtaş li Amedê di mala hucreyî ya DAIŞ'ê de maye, kodên ku ev mal kirê kirine û belgeyên mala hucreyî hatine destaserkirin, di van malan de şopên tiliyên wî hatine dîtin, di lêgerînan de belgeyên ku propagandaya DAIŞ'ê dike hatine dîtin. Dozger di mutalayê de piştrast kir ku di mala hucreyî de şopên tiliyên Nîhat Turan ê DAIŞ'î hatine tespîtkirin û di lêgerînê de korseya piştê ya bi taybetî hatiye amadekirin jî hatiye destaserkirin. Dozger destnîşan kir ku li ser çek û dûrbînê jî şopên tiliyan hatine tespîtkirin. Mustafa Denîz ê li hemberî mutalayê parastina xwe kir, da zanîn ku ew van sûcan qebûl nake û tahliyeya xwe xwest. Parêzerên bersûcan jî parastina miwekîlên xwe kir û dema girtinê li ber çavan grtin û xwestin bê tahliyekirin. Piştî parastinan heyeta dadgehê der barê Denîz, Turan û Demîrtaş de biryara tahliyeyê da. Dadgehê ji bo kêmasiyên dozê bên temamkirin, doz taloqî meha cotmehê kir.