Wekîla HDP’ê xwest mafê penaberan bê nasîn 2017-06-20 13:52:44 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, bi minasebeta Roja Penaberan a Cîhanê xwest mafê penaberan ê perwerde, tenduristî û statuyê bê nasîn û parastin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, bi minaseta Roja Peraberên Cîhanê li navena Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Ertan, bal kişand ser pirsgirêk û mafê penaberan û xwest mafê penaberan ên mirovahiyê bên parastin û qebûlkirin. Erdan, anî ziman ku ji ber şer, mafê mirovan tên binpêkirin, mirov ji cih û warên xwe koçber dibin û dibin penaber. Ertan, da zanîn ku ji ber tundî û şerê heyî azadiya wan ji destê wan tê girtin û ji warê xwe û welatê xwe dûr dikevin û di bin zexan de dijîn. Ertan, anî ziman ku li Tirkiye bi milyonan penaberh hene û her sal hêjmara penaberan zêdetir dibe. Ertan, xwest mafê penaberan ên perwerde, tenduristî, hiqûqî û mafên mirovî bên nasîn û qebûlkirin.