Doza êrîşa zayîndi ku 9 salin didome 2017-06-20 14:14:46 KOCAELÎ - S.D. a ku rastî îstîsmara zayendî hat, 9 sale têkoşîna hiquqê dide. Doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Girina ya Gebzeyê hat dîtin, cardin hat taloqkirin Li Gebzeya Kocaeliyê di 2009'an de S.D. rastî îstîsmara zayendî hat. Li ser gilîkirina S.D. doza ku hat vekirin di sala 2013'an de bi encam bû. Doz ji aliyê dadgeha bilind ve bi îdîaya "hin nêzîkatiyên jinan li gorî rastiya jiyanê guncaw nehatine dîtin" ji dadgeha herêmîre paşve şand. S.D. a ku 9 sale bi tena serê xwe têkoşîna hikûkê dide dosya wê ji dadgeha bilind vegeriya. Doza ku ji dadgeha bilind vegeriya 3'yemîn rûniştina wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Girin a Gebzeyê hat dîtin. Bersûçê ku beşdarî rûniştinê nebû, S.D. û gelek jinên ji Stenbolê hatibûn doz şopandin. Di rûniştinê de hevjînê S.D. ku piştî bûyerê bi salan pêre zewicîbû, weke şahid hat guhdar kirin. Piştî guhdar kirina şahidan, heyeta dadgehê derbarê tendirûstiya ruh û bedena S.D. a ku ka ji bûyerê bi bandor bûye an na ji Tipa Edlî daxwaz kir. Di vê çarçoveyê de doz taloqî 12'ê Cotmehê hat kir.