Li Maltepeyê teqîn: Kesek birîndar bû 2017-06-20 14:40:15 STENBOL - Di teqîna li Maltepeyê de kesek birîndar bû Li taxa Zumrutevlerî ya navçeya Maltepeyê ya Stenbolê de, di kargeheke ku sabûn tê çêkirin de teqîn pêk hat. Sedema teqînê hêj nehatiye zelalkirin, hat gotin ku kesek birîndar bûye. Maşînên li derûdora avahiyê jî xesar dîtin. Tê gotin ku dibe ji ber pirsgirêka qazanê teqîn pêk hatibe.