Çalakvanên li Kolana Yukselê: Em mafdar in û em ê bi ser kevin 2017-06-20 15:08:02 ENQERE - Çalakiya di pêşengiya Gulmen û Ozakça de hatye destpêkirin, di roja 104'emîn de ye, polîsan dîsa êrîşê çalakvanan kir. Çalakvanan aşkera kir ku ew mafdar in û dê bi ser kevin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 104 roj li dû xwe hişt, çalakiya piştgiriyê ya li derve didome jî di roja 224'an de li Kolana Yukselê berdewam kir, lê polîsan dîsa êrîşê çalakvanan kir. Çalakvanan tîşortên ku wêneyên Ozakça û Gulmen li ser bûn li xwe kirin, dirûşmên "Dê serkeftin ya kedkaran be" berz kirin û xwestin heta ber Bîrdariya Mafên Mifovan bimeşin. Lê polîsan êrîşê çalakvanan kir.