Ji ber parvekirinên medyaya civakî 3 kes hatin girtin 2017-06-20 15:53:21 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê 3 kes bi îdiaya li ser medyaya civakî parvekirin kirine, hatin girtin Hikumeta AKP'ê ji derveyî remana xwe hemû remanan sûc dibîne. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê welatiyên bi navê Huseyîn D., Azadî Î û Ziyad Y hatin binçavkirin. Welatiyên li Miduryeta Polîsan a Navçeyê îfadeyên wan hat girtin, ew sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine, hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.