Kesên gef li keya xwarin rastî 8 hezar û 500 tl ceza hatin 2017-06-20 16:20:33 STENBOL – Birol G. û Alaaddin D. yên li ser medya civakî gef li Keyaya taxa Atakent a navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê Halîme Totkan xwar, rastî 8 hezar û 500 tl ceza hatin. Keyaya taxa Atakent a navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê Halîme Totkanli, ji ber gotina “Heke ku naveroka civînên Erdogan ên bi keyayan re neyê guhertin, ez êdî tevlî nabim.” li ser medya civakî rastî gefa Bîrol G. û Alaaddîn D. hat. Keyaya taxa Atakent a navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê Halîme Totkan di 2015’an de daxuyaniya “Heke ku naveroka civînên Erdogan ên bi keyayan re neyê guhertin, ez êdî tevlî nabim.” dabû. Piştî vê daxuyaniyê Bîrol G. û Alaaddîn D. li ser medya civaki gef û heqaret li Totkanli kirin. Totkanli li 17’emîn Dadgeha Asliyê ya Dadgeha Kuçukçekmeceyê serlêdana sûc kiribû. Li heman dadgehê rûniştina biryarê ya dozê hat dîtin. Li gel gelek jinan, Platforma Jinan a Em ê Cînayetên Jinan rawestînin amade bûn. Bersûc Bîrol G. û Alaaddîn D. jî di dozê de amade bûn. Daneşînê bi tespîta nasnameyan destpê kir. Di dozê de Alaaddîn D. parastina xwe kir û ev tişt got: “Min di hin malperan de daxuyaniya Tokanli dît. Di nûçeyê de wêneyê gazindker hebû. Li kêleka wêneyê wê jî gotina ‘Erdogan bang bike jî ez naçim’ hebû. Lê di hilbijartina keyayan a 2014’an de wê bi afîşên bi gotinên ‘Gerok im, talanker im û namzetê kayayê me.’ Li gorî baweriya min ev kes ji Serokkomar hez nake. Bi vî awayî dijûnên min dîtin, li gorî di îdanameyê de jî hatiye nivîsandin min wan gotinan nivîsandibû. Heke ku ji serlêdana paş ve vegere ez ê vê yekê qebûl bikim.” 'MAFÊ XWE YÊ RENXEKIRINÊ BIKAR ANÎ' Bîrol G. jî di parastina xwe de diyar kir ku wî mafê renxekirinê bikar aniye û ger ku Tokanli ji serlêdana xwe ya sûc paş ve vegere dê vê yekê qebûl bike û berata xwe xwest. Parêzerê bersûcan jî destnîşan kir ku muwekîlên wî di nav rêxistina AKP’ê de bi awayekî çalak peywîr digirin. Toktanli jî parastina xwe kir û got ku ew ê dev ji serlêdana xwe ya sûc bernede û ji aliyê hin kesên din ve jî bi awayekî sergirtî acizkirin. Parêzera Toktanli jî xwest ku bersûc bên cezakirin. Heyeta dadgehê diyar kir ku tu mijara bê lêkolînkirin nemaye û cezayê 7 hezar lîre li bersûc Alaaddîn D. û hezar 500 TL jî li bersûc Bîrol G. birî.