Li Êlihê 4 û li Rihayê jî 2 kes hatin girtin 2017-06-20 16:54:28 ÊLIH/RIHA – Bi angaşta têkildarî teqîna li dijî qereqola bajarokê Kaniyahenê ya Hezoyê ji 9 kesên hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin. Li Rihayê jî 2 kes hatin girtin Li dijî qereqola bajarokê Kaniyahenê ya Hezoya Êlihê êrîşa bombeyî pêk hatibû û 2 leşkaran jiyana xwe ji dest dabû. Bi angaşta têkiliya wan bi teqînê re heye 9 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê. Ji 9 kesan jê 4 kes hatin girtin û 5 jî hatin berdan. Bi heman angaşta têkiliya wan bi bûyerê re heye duh jî 29 kes li Kaniyahenê û Hezoyê hatibûn binçavkirin. 2 kes hatin berdan û 27 kes jî hêj di bin çavan dene. LI RIHAYÊ 2 KES HATIN GIRTIN Li navçeya Pirsûsa Rihayê Sabrî Şîmşek û Ahmet Çîçek û li navçeya Akçakaleyê ya Rihayê Suzan Çay ku tê îdakirin li ser sînor hatiye binçavkirin, piştî îfadeyên midûriyeta polîsan ya 13 rojan derxistin edliyê. Piştî îfadeyên li edliyê Suzan Çay û Sabrî Şîmşek bi angaşta “Endamên rêxistinê” hatin girtin û Ahmet Çîçek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çay û Şîmşek şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.