Kişanak bi SEGBİS'ê beştarî dozê nebû 2017-06-20 16:58:48 MELETÎ - 2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li Dadgeha Meletiyê hat dîtin. Kişanak û Tuncel bi daxxwaza cezayê 385 salan tên darizandin. 2'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka Giştî ya HDK'ê Gulistan Koçyigit, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yıldırım, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Sibel Yigitalp, Dilek Ocalan, Berdevka Meclîsa DBP'ê Hacer Ozdemir, nûnerên jin ên HDP, DBP, HDK û Tevgêra Jinên Azad (TJA) jî di navde gelek jin amade bûn. Rûşitina dozê li şûna saet di 14.00'an de saet di 15.00'an de dest pê kir. Ji ber salon biçûk bû gelek kes hilnedan salonê. Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaelî girtî ye bi riya SEGBİS'ê beşdarî runiştinê nebû. Tuncel a li Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bû. Rûniştin bi parastina Tuncel didome.