Kujerê Turan cezayê heta hetayê girt 2017-06-20 17:27:29 ANTALYA - Jina bi navê Gulîzar Turan bi îstismara kesê bi navê Cengîz Dok re rû bi rû mabû û piştre ji hêla Dok ve hatibû qetilkirin. Doza ku hatibû vekirin, dadgehê cezayê heta hetayê li Dok birî. Di 14'ê Tebaxa 2016'an de li herêma Varsakê ya navçeya Kepezê ya Antalyayê, Gulîzar Turan a 22 salî bi hovane ji hêla Cengîz Dok ve hatibû qetilkirin. Doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê berdewam kir. Di rûniştinê de Dok û dayika jina ku hatibû qetilkirin, Menekşe Kocabaş û parêzerê malbatê amade bûn. Dadgehê bi hinceta "Êrîşa zayendî pêk aniye" û "Ew bi awayekî hovane qetil kiriye" cezayê heta hetayê hat xwestin. Herr wiha ji ber êrîşa zayendî jî 18 sal ceza birî û di cezayê de daxistin nekir.