Hevserokê DBP'a Payîzavayê hat berdan 2017-06-20 21:18:46 WAN - Hevserokê DBP'a Payîzavayê Kemal Guler û welatiyê bi navê Adil Aslan ku danê sibehê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan. Îro danê sibehê Hevserokê DBP'a Payîzava ya Wanê Kemal Guler û welatiyê bi navê Adil Aslan di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku Guler û Aslan bi hinceta "di navbera salên 2011-2016'an de tevlî hin çalakiyan bûne" hatine binçavkirin. Piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan.