Ciwanê ku leşkeran ew binçavkir, bi birîndarî hat dîtin 2017-06-20 21:31:51 AMED - Leşkeran li gundê Beşîştê Osman Yalavûzê ku ji bo avdana baxçê xwe derketibû bi giranî birîndar kirin, pismamê wî Mesût Yalavûz jî binçav kiribûn û destê wî li pişt wî kelepçe kiribûn û li nav eraziyên herêmê gerandibû. Mesût Yalavûzê ê agahî jê nedihat girtin bi birîndarî hat dîtin. Li gundê beşîştê yê Licêya Amedê, dema welatiyê bi navê Osman Yalavûz diçû baxçeyê xwe av bide, leşkeran ew bi giranî birîndra kiribû. Piştî birîndarkirina Osman Yalavûz, leşkeran vê carê jî pismamê wî Mesût Yalavûz desteserkirin û bi paş ve destê wî kelepçe kirin. Piştî desteserkirinê leşkeran Mesût Yalavûz li nav eraziyên herêmê gerand û agahî jê nedihatin werdgirtin. Yalavûzê ku leşkeran ew li nav zeviyan digerand bi birîndarî hat dîtin. Hat rakgihandin ku gundiyan Yalavûz dîtiye. Gundiyan Yalavûz bi birîndarî anî gund û hat diyarkirin ku leşkeran pêşî Yalavûz biriye Licê û paşê jî wî ber bi Amedê ve birine. Der barê tenduristiya Yalavûz de agahî bi dest neketin. ‘JI DESTÊ ME REVÎ, DIBE ÎNFAZ KIRIBIN’ Kekê Mesut Yalavuz, Nîmet Yalavuz der barê bûyerê de agahî dabûn û aşkera kiribû ku şevê din leşker hatine gundê wan û gotine ku "Mesut ji destê me revî" û aşkera kir ku ji bo birayê xwe gelekî ditirsin û wiha pê de çû: "Duh destê wî bi piştê ve hatiye kelepçekirin û li herêmê gerandine. Li gel wî bi dehan tîmên taybet cih girtine. Çawa dibe ku ji destê wan bireve? Dibe ku leşker birayên min înfaz kiribin. Em gelekî ditirsin. Em dê serî li saziyên eleqedar bidin." WALÎ GUNDÎ WEKÎ 'TERORÎST' ÎLAN KIR Waliyê Amedê jî duh der barê rewşa gundê Beşişteyê de daxuyanî dabû. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de balê kişnadibû ser Osman û Mesut Yalavuz û wiha gotibû: "Li herêma Kalkanliyê ya gundê Beşişteyê ya navçeya Licê, li du cihên cuda bi terorîstan re pevçûn derketiye, yek jê birîndar, 2 terorîst hatine girtin." Welatiyê ku wekî "Terorîstê" birîndar pênase dikin, bavê 4 zarokan Osman Yalavuz ê 30 salî ye û bi karê sewalkariyê re mijûl dibe, piştî ji hêla leşkeran ve hat birîndarkirin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl di beşa lezgîn de tê dermankirin.