Cenazeyê 5 welatiyên ku wesayîta zirxî li wan qeliband li Amedê hatin definkirin 2017-06-20 23:10:45 AMED – Cenazeyê 5 welatiyên ku li Licê wesayîta zirxî ya polîsan li wan qeliband û jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hatin definkirin. Li Deşta Fîsê ya Licêya Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan li wesayîteke sivîl qelibandibû û di qezayê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan, piştî karên otopsiyê, senazeyên wan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî ya Amedê hatin wergirtin û li Goristana Yenîkoya Amedê bi girseyî hatin definkirin. Di merasîma cenazeyan de parlementerên HDP’ê yên Amedê Ziya Pîr û Sîbel Yigîtalp, rêveberên HDP û DBP û bi hezaran welatî amade bûn. Cenazeyên welatiyên bi navê Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fikrî Demîrbaş (53) û dayika Demîrbaş, Zeynel Demîrbaş (76) li kêleka hev hatin defînkirin. Di merasîmê de xizmên wan xemgîn bûn û jinan li ser goran lorand. Her wiha di dema lorandinê de, welatiyan bertek nîşanî polîsan dan. Dê taziye li Mala Şînê ya Licê ya Nû bê dayîn. Balkêş e ku her 5 welatî ji taziyeya du welatiyên ku duh dîsa di qezaya trafîka maşîneya polîsan de jiyana xwe ji dest dane vedigeriyan. Malbatên her 5 welatiyan dan zanîn ku hîn jî der barê polîsên qeza pêkanîne tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin.