Li Elkê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband: 3 kes birîndar bûn 2017-06-20 23:47:07 ŞIRNEX – Li Elkê wesayîta zirxî ya leşkeran li wesayîteke sivîl qeliband. 3 welatî birîndar bûn. Li têketina navçeya Elkê ya Şirnexê wesayîta leşkeran li wesayîteke sivîl qeliband. 3 welatî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat hînbûn ku rewşa welatiyan baş e.