Dadgehê heqareta ku 'Wekîlê kirasê bênamûsiyê li xwe kirine' li Demirtaş kirin, wek azadiya ramanê dît 2017-06-21 08:56:15 AMED - 6'emîn Dadgeha Asliye Hiquqê ya Amedê ji ber Şêwirmendê Serokomar Oktay Saral di hesabê twîtterê de heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kiriye 9 hezar tazmînat li Saral birî. Dadgeha Bilind a Dîlokê biryara dadgehê xera kir û heqareta li Demîrtaş hatiye kirin wekî mafê azadiya ramanê pênase kir. Şêwirmendê Serokomar Recep Tayyip Erdoganê AKP'î Oktay Saral, di hesabê twîtterê yê 19'ê Tebaxa 2016'an de çêr û heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş kiribû. Parêzerê Demîrtaş Mahsuni Karaman, bi sedema heqarate li muvekkilê wî hatiye kirin der barê Saral de doza taznîmatê vekir. 6'emîn Dadgeha Asliye Huqûqê ya Amedê doz qebûl kir û di 26'ê cotmeha 2016'an de biryar da. Dadgeha Asliye Huqûq a Amedê der barê Saral de 9 hezar tl cezayê tazmînata manevî birî. Parezerê Demirtaş bi hinceta ceza hindike e û parêzerê Saral jî bi sedema ceza zêde ye biryar îtîraz kirin. Dadgeha Bilind a 4'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Herêmî ya Dîlokê biryara dadgeha herêmi betal kir û ceza xera kir. Heyata Dadgela Bilind 9 hezar cezayê li Saral hatiye birîn betal kir û heqaret û çêrên ku li Saral li Demîrtaş kirine wekî mafê azadiya ramanê pênase kir. Heyeta dadgehê gotina Saral a “Di serdema li bajarên me ew qas can diçin û malbatên xwîn digirîn hene de, Bênabûsên ku krasê wekîltiyê li xwe kirine li meclîsê xwe vedişêrin. Ev çiye" wekî gotina "Nexweş" penase kir û ev parvekirina twîtterê wekî azadiya ramanê bi nav kir. Dadgehê parast ku mafê azadiya ramanê li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa jî hatiye parastin. Parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman, nerazîbûn nîşanî biryarada dadgeha bilind da û wiha got: “Tu serdemê daraz ew qas siyasî nebûbû. Demîrtaş li vir rastî heqaret û neheqiyê hatiye. Bersûc endamê îktîdara siyasî ye. Em dibînin ku daraz çawa alîgiriyê dike Dadgeh ji bo gotina ‘Bênamûs yosmayê alman ê di serê wî de rişme heye' wekî rexneya siyasî pênase dike. Dema li dijî Demirtaş raqîbên siyasî hebin mixabin garabetên hiqûqi derdikevin pêşberî me. Em dê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û li gorî wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin.