Weşana têkildarî îstîsmara zayendî de qedexe kirin 2016-11-15 12:44:41 AMED - Rûniştina doza Prz. Sedat Yurtaş a ji ber êrîşa îstîsmara zayendî ya stajyera xwe ya parêzer dihat darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê têkildarî darizandina dozê de biryara qedexeya weşanê da. 2'emîn rûniştina doza Prz. Sedat Yurtdaş ê bi sucdariya “Taciza zayendî ya hêsan" a li dijî stajera xwe ya parêzer dihat darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de parêzera stajer a rastî îstîsmarê hat A.K. û parêzerên wê amade bûn. Endamên YDK, OGK, KESKSOR jî di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştinê de parêzerên mexdûr û parêzerên bersûc axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Heyeta dadgehê piştî navberê, der barê naveroka dozê de biryara qedexeya weşanê da û rûniştina dozê taloqî meha Çile kir.