Ji bo zarokên girtî tevlî meşa edaletê bû 2017-06-21 09:06:15 STENBOL - Bavê Miraz ê 7 mehî yê 4 mahin tevî dayika xwe Gulistan girtî ne, Cengîz Zaza Akbaba, li Parka Demokrasî ya Maçkayê ji bo hemû zarokên girtî doza edaletê dike. Akbaba, got heta ku edalet cihê xwe nebîne ew ê li kuçeyan bin. "Meşa Edaletê" ya ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ve ku piştî girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû hat destpêkirin di roja 7'emîn de ye. Di çarçoveya meşê de, welatiyên li Stenbolê jî li Parka Demokrasî ya Maçka ya li Beşîktaşê ye, "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. JI BO HEMÛ PITIKÊN GIRTÎ DI NOBETÊ DE YE Yek ji kesên ku li Parka Maçkayê di nobetê de ye, bavê Mîrazê 7 mehî ku di 19'ê Sibatê de tevî dayika xwe Gulîstan Dîken Akbabayê hat girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Bav Cengîz Zaza Akbaba, diyar kir ku tenê ew ne ji bo zarokê xwe, ji bo hemû zarokên di girtîgehê de tevlî nobetê bûye. Akbaba, got ku heta ku edalet cihê xwe nebîne ew ê li kuçe û qadan bin. 'DI ROJA BAVAN DE LI PÊYÎ EDALETÊ ME' Akbaba, anî ziman ku bi sedan pitik di girtîgehê de ne, lê belê cihê pitikan ne girtîgeh e. Akbaba wiha got: "Ev 4 meh in ku hevjîna min û kurê min di girtîgehê de ne. Di 4 mehan de du girtîgeh guhertin. Yanî îkametgaheke wan a sabît tune ye. Dibêjin divê li Tirkiyeyê li qesrên edliyeyê, li avahiyên mezin li edaletê bê gerîn. Lê li van cihên ku jê re dibêjin qesrên edaletê, bêedaletiyên gelekî mezin çêdibin. Niha 560 pitik tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne. Girtîgeh ne cihên pitikan e." Akbaba, diyar kir ku cara ewil e ku wî îsal roja bavan pîroz kiriye û wiha axivî: "Ji bo min Roja Bavan a ewil bû. Mirov di derdê ku hin tiştan bifiroşin hevdu de ne, lê em li vir tevî wêneyê zarokê xwe li pêyî edaletê ne." 'TEHAMULÎ WÊNEYÊ PITIKÊ JÎ NAKIN' Akbaba, anî ziman ku ev demeke dirêj e ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha domand: "Îro li vir hebûna van mirovan cihê hêviyê ye. Em mexdûrên bêedaletiyê ne. Dema roja ewil ez hatim vir, dovîza ku wêneyê kurê min li ser bû wernegirtin parkê. Di nav tevlîheviyekê de ketim hundur, lê polîs da pêyî min û min li qadê dît. Bi alîkariya parlementerekî min bi zorê wêne xist hundur. Divê li hemberî van pêkanînan daxwaza edaletê xurtir bibe û divê cihê xwe bibîne." 'HETA KU EDALET CIHÊ XWE NEBÎNE EM Ê LI KUÇEYAN BIN' Akbaba, diyar kir ku Serokomar Erdogan û rayedarên hikûmetê dibêjin divê ne li kuçeyan li Meclîsê li edaletê bê gerîn û wiha axivî: "Gelek caran parlementerên CHP û HDP'î mijara Mîraz xistin rojeve Meclîsê, lê her tim hatin redkirin. Heke ev rewş wisa bidome, em ê tim li kuçe, qad û parkan bin. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin û em ê nekin jî."