'Ji dêvla dîwar, dibistan û ocaxên tenduristiyan çêbikin' 2017-06-21 09:08:45 COLEMÊRG - Welatiyên li gundên Çelê dijîn, anîn ziman ku li wî aliyê sînor xizmên wan hene û li hemberî dîwarê ku dê li ser sînor bê lêkirin bertek nîşan dan. Li Çelêya Colemêrgê ku sînorê wê bi Îran û Herêma Kurdistana Federe re heye, li hemberî biryara lêkirina dîwarê betonî bertek nîşan dan. Niştecihên gundê Zawîte, Aşût, Minyanîş, Mêrgan û Gêmanê ku li ser sînorên, anîn ziman ku li wî aliyê sînor xizmên wan hene. Welatiyan got ku dê ev dîwar wan ji xizmên wan veqetîne. Welatiyan balê kişand ser qereqol û qeleqolên ku li ser her girî hatine çêkirin û gotin ku, ji ber polîtîkayên ewlehîparêz li herêmê çandinî û sewalkarî qediyaye. ‘LI WÎ ALIYÊ SÎNOR XIZMÊN ME HENE' Ji gundê Minyanîşê Suleyman Demîr, anî ziman ku ji bo ew bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbike ew ê serî li her cure riyan bide û wiha got: "Bi her awayî lêkirina vî dîwarê ji bo me zirar e. Em vî dîwarî naxwazin. Li wî aliyê sînor bi deh hezaran xizmên me hene û dê têkiliya me bi wan re qut bibe. Û ji xwe çêkirina van dîwaran zirar e ji bo aboriya welat. Erdogan 70 dîwarî jî li vir lê bike, ne çareserî ye. Astengkirina derbasbûyîna çivîkan, bi rûxandina piran nabe. Gelê me ji bo xizmên xwe bibînin, tu bikî nekî dê vî sînorî bi kar bînin. Hêza wan heye dikarin çêbikin, lê nikarin gel bidin sekinandin." ‘BILA SEROKOMAR BÊ Û JI DÎWAR RE BIBÊJE' Demîr, da zanîn ku li herêmê mirov ji bo debara xwe bazirganiya li ser sînor dikin û wiha axivî: "Jiyana me girêdayî vî sînorî ye. Bila serokomar bê û derfetên ji bo debara mirovên li herêmê peyda bike û di warê dîwaran de gel qanih bike û bila paşê dîwaran lê bike. Demekê li Almanyayê jî dîwar hebû. Ma bû çareserî? Bi vê re tenê dixwazin gel bitengijînin û mesrfekî fuzûlî ye. Ya ku tê kirin zilm e." ‘DÊ QADÊN ME YÊN JIYANÊ TENGTIR BIKIN' Ji heman gundî Fatma Demîr jî wiha got: "Jixwe îro jî em nikarin ji gund derkevin. Berê em diçûn çiyayan û di biharê de me giya berhev dikirin û debara xwe bi wan dikir. Lê niha li her derî qeleqol hene û nahêlin em derkevin. Qethiyen em vî dîwarê ku dê bê lêkirin naxwazin." ‘JI DÊVLA DÎWARAN BILA OCAXÊN TENDURISTIYÊ ÇÊBIKIN' Ji gundê Zawîtê Ekrem Edîş jî, diyar kir ku ji dêvla pereyê ku dê li dîwar bên xerckirin bila ji bo tenduristî û perwerdehiyê bên xerckirin û wiha pirsî: "Binihêrin li vî gundî 70-80 mal hene, lê ocaxeke tenduristiyê tune ye û her wiha tenê polek dibistana me heye. Ji dêvla dîwar bila li vir ocaxa tenduristiyê çêbikin. Zarokên me nexweş dikevin û em nikarin tiştekî bikin. Ma dê dewlet hêza xwe bi dîwaran nîşan bide?" Kemal Olmez jî wiha got: "Ma dê me bi dîwaran biparêzin? 85 xwendekarên gundê me hene, lê dibistaneke me tune ye."