Şebekeya qenalîzasyonê xitimî, gel koncalên fosseptîk kolan 2017-06-21 09:09:45 RIHA - Şebekeya qenalîzasyonê ya bi 2.5 milyon tl li Taxa Şahînler a navçeya Eyyubiyeyê hat xerckirin, ji ber şaş hat sazkirin, welatî neçar man ku ji xwe re koncalên fosseptîk bikolin. Ji herêmê bêhneke genî tê. Li Taxa Şahînler ya navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê bi 2 milyon û nîvan şebekeya qenalîzasyonê hat çêkirin. Ji ber projeyeke çewt şebeke êdî nayê bikaranîn. Ji ber ku şebeke xitimiye welatî nikarin bi kar bînin û bi derfetên xwe dest bi kolandina koncalên fosseptîk kirin. Ji ber çewtiya projeyê bêhneke giran ji herêmê tê. ‘EM BI DERFETÊN XWE KONCALAN DIKOLIN' Niştecihê taxê Necmî Çakmak, şebekeya qenalîzasyonê wek "çopgehê" bi nav dike û got ku, wan bi makîneyên karî yên ku wan aniye rê tamîr kirine. Çakmak, got ku zivistanê ji ber heriyê ew nikarin bimeşin. Çakmak, dest nîşan kir ku ew bi derfetên xwe koncalên fosseptîk dikolin û hewl didin ku çareseriyekê peyde bikin û wiha got: "Riyên me xerabe ne, peyarêyên me nayên çêkirin û heke hûn bêjin dar ew qet tune ne. Ev 5 sal in em di nav gemariyê de dijîn." 'EM DI ŞERT Û MERCÊN NEBAŞ DE DIJÎN' Yûsûf Avûr jî anî ziman ku Şaredariya Eyyubiyeyê tiştekî çareser nake û wiha axivî: "Riya me, peyarêyên me, pergala me ya qenalîzasyonê tune ye. Heke hûn bibêjin av, ew jî xweşikî naherike. Bazara heywanan û Taxa Şahînlerê berbat bûne. Ji ber ku li taxê sewalvanî tê kirin, gelek mêş hene. Lê belê, şaredarî qet derman nake. Bermayîyên heywanan li kêlekên kuçeyan e. Em di şert û mercên nebaş de dijîn." 'QENALÎZASYONA BAZARA HEYWANAN TUNE YE' Serokê Bazara Heywanên Zindî ya ku li taxê ye Îzzet Çîftçî jî, anî ziman ku ji ber xeletiya projeyê 2 milyon û nîv pere badilhewa çûye. Çîftçî, got ku li bazara heywanan ku rojê 10 hezar mirov tênê pergala qenalîzasyonê tune ye. Çîftçî, diyar kir ku ew ji bo bermayiyan koncalên fosseptîk bi kar tînin û niha ew zaf mexdûr in. Çîftçî, dest nîşan kir ku li herêmê bazara heywanan a herî mezin li Rihayê ye, lê belê riya wan tune ye û wiha got: "Divê demildest riyên me bên çêkirin. Şaredariya Eyyubiyeyê ji bo peyarêyekê ev 6 meh in me dide rawestandin. Em bi zorê xizmetê bi şaredariyê didin kirin." ŞÛSKÎ MIKUR HAT Çîftçî, ragihand ku wî ev pirsgirêk ragihandiye Navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê (CÎMER) û CÎMER jî pirsgirêk ragihandiye Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Rihayê (ŞÛSKÎ). ŞÛSKÎ jî wiha got: "Li vê taxê divê xeta deşarjbûnê ya qenalîzasyonê bê çêkirin. Ji bo çêkirina xeta deşarjê jî, divê rê bi awayê kota terasmanê bên çêkirin." Me der barê giliyên niştecihên taxê de jî pirs ji ŞÛSKÎ'yê kirin, lê belê hat gotin ku divê hûn bi riya maîlan bipirsin. Li ser vê me 10 maîl avêtin lê bersiva nehat dayîn.