Qantirên hatin desterkirin bi îhaleyê hatin firotin 2016-12-06 21:48:19 WAN- 80 qantirên li gundên li ser sînor ên Agirî û Wanê ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin, bi bedêla 26 hezar û 600 TL'yî bi usûla îhaleyê hatin firotin. Li gundên li ser sînor ên Agirî û Wanê, 80 qantirên 45 roj berê ji aliyê Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Colemergê bi hinceta "Di qaçaxçîtiyê de tên bikaranîn" hatin desteserkirin, li Wanê bi ûsûla îhaleyê hatin firotin. Qanatirên ji aliyê Muduriyeta Kargêriya Tasfiyeyê ya Wanê bi ûsûla mazatê bi bedêla 26 hezar û 400 TL'yî hatin firotin.