Jêhetiyên Meclîsê parlementerên HDP û CHP'î ne 2017-06-21 09:11:41 ENQERE - Bi awayekî fiîlî Meclîs hat dawiya salê. Di vê serdemê de herî zêde HDP û CHP pirsgirêk xistin rojevê. CHP'î 11 hezar û 79 pêşniyazname û HDP'î jî 3 hezar û 661 pêşniyazname dan. Herî zêde Sezgîn Tanrikûlê û Omer Fethî Gurerê CHP'î pêşniyazname dan. Meclîsê, navber dan xebatên xwe. Tenê dê di 15'ê Tîrmehê de bi boneya salvegera hewldana darbeyê bi awayekî awarte kom bibe û dê heta meha Cotmehê betlaneya wê bidome. Piştî hewldana darbeyê bi OHAL'ê re herî zêde binpêkirinên mafan û mexdûriyetên bi KHK'an ketin rojeva Meclîsê. CHP 11 HEZAR Û 79 PÊŞNIYAZNAME DAN Di vê serdema Meclîsê de CHP 10 hezar û 384 jê bi nivîskî û 695 jê jî bi devkî bi giştî 11 hezar û 79 pêşniyazname xistin rojeva Meclîsê. CHP'iyan di heman serdemê de hezar û 208 pêşniyaznameyên lêkolînî dan û her wiha hezar û 378 pêşniyarên qanûnê berpêşî Meclîsê kirin. Her wiha 4 heb pirsyare jî dan. HDP LI SER VENIHÊRTINA HIKÛMETÊ HÛR BÛ Piştî CHP'ê, herî zêde HDP'iyan serî li riyên venihêrînê dan û di vê serdemê de bi nivîskî 3 hezar û 661 pêşniyazname dan. Her çi qas piraniya pêşniyaznameyên HDP'ê hatibin redkirin jî, ji bo lêkolîna Meclîsê jî 487 pêşniyazname dan. Di nav partiyên li Meclîsê de herî zêde HDP serî li rêbaza venihêrtina hikûmetê da. HDP, 11 caran ji serokwezîr an jî wezîran pirsyare xwest. Parlementerên MHP û AKP'î vê serdemê bi du pirsyareyan girtin. Her wiha di nav partiyan de herî zêde parlementerên CHP'î pêşniyazname dan. Parlementerê CHP'ê yê Nîgdeyê Omer Fethî Gurer heta niha hezar û 489 pêniyazname, 93 pêşniyarên qanûnê û 113 pêşniyaznmeyên Meclîsê dan. Piştî Gurer, di rêza duyemîn de Parlememterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû heye. Tanrikûlû hezar û 477 pêşniyazname, 223 pêşniyarên qanûnê û 163 pêşniyaznameyên lêkolînê dan. JI HDP'Ê JÎ TAN Û BEŞTAŞ Di HDP'ê de jî herî zêde Parlementerê Amedê Altan Tan û Parlementera Edeneyê Meral Daniş Beştaş pêniyazname dan. Tan, di vê serdemê de 397 pêşniyaznmeyên nivîskî, 34 pêşniyaznameyên lêkolînî û 6 pêşniyarên qanûnê dan. Beştaş jî, 224 pêşniyazname, 25 pêşniyarên qanûnê û 42 pêşniyaznameyên lêkolînî dan.