Li Girtîgeha Dîlokê pêkanînên 'taybet' 2017-06-21 09:12:44 DÎLOK - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, girtî 24 saetan rastî çewisandinan tên û pîvanên leşkerî li wan tên ferzkirin. Rastî mudaxileyên dijwar ên gardiyan û leşkeran tên. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tên ragirtin, bi riya malbatên xwe daxuyandin ku li girtîgehê pêkanînên "taybet" hene. Girtiyan, ragihand ku li girtîgehê bi pêşengiya sergardiyan bi ser qawîşan de tê girtin û nîzama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin. Her wiha di dema birin û anîna nexweşxane û dadgehan de jî yekrêzî û 2 kelemçe li wan tê ferzkirin. Hat ragihandin ku, di serdegirtinekê de dest danîne ser rojnivîseke girtiyekî û ji ber nivîsên di rojnivîskê de 11 rojan cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Her wiha li qawîşên 7 kesî 17 kes tên ragirtin. Hat hînbûn ku, 18 kesên ku berê leşker bûn û ji ber birîndar bûn an jî ji ber derbasbûyîna nav saziyan li girtîgehê peywirdarên jî, bi awayekî dijwar bi ser girtiyan de diçin. Hat destnîşankirin ku girtîgeh di bin venêrîna sergardiyan de ye û hema bêje veguheriye qereqolê. Girtiyan ragihand ku, hin girtî ji qawîşan tên wergirtin û wan dibin dixin lêpirsînê. Hat diyar kirin ku 24 saetan girtî tên raçavkirin û bi vî awayî tê xwestin ku teslîmiyet û bêkesayetiyê li girtiyan ferz bikin. Her wiha hat ragihandin ku ji girtiyan Îsmaîl Tuzun ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, gelek nexweşînên wî hene û di canê wî de perçeyên şerapnelê hene, lê belê nayê tedawîkirin.