Qoserî: Ji peykerên zarokên me jî ditirsin 2017-06-21 09:13:43 MÊRDÎN – Qoseriyan bertek nîşanî rakirina peykerê Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hatibû kuştin da û wiha gotin: “Dema rakirin ji gel nepirsîn. Ev peykerekî aştiyê bû. Ji peykerên zarokên me jî ditirsin." Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê peykerê Ugur Kaymaz ku di 12’ê Mijdara 2004’an de bi bavê xwe re bi 13 guleyan hatibû kuştin ji aliyê qeyûm ve hatibû rakirin û li cihê wî qûleyeke bi saet hatibû danîn. Welatiyên navçeyê bertek nîşanî rakirina peykerê Kaymaz dan. 'JI PEYKERÊ ZAROKÊN ME JÎ DITIRSIN' Welatiya bi navê Hiznegul Kavak diyar kir ku hikûmetê bi tayînkirina qeyûm vîna gel desteser kiriye û wiha pirsa “Ka vî peykerê her du zarokan çi zirar dabû kê û ji ber çi rakirin?” kir. Kavak wiha bertek nîşan da: “Armanca wan ew e ku kurdan biqedînin û bidin jibîrkirin. Ev qeyûm tu carî pirsa me nake, serî li fikrê me nade, hema çi ji destê wî tê dike. Ji peykerên zarokên me jî ditirsin." 'HEMA NAVEK KURDÎ LI KU HEBE RADIKIN' Welatiyê bi navê Mehmet Sirac (45) jî da zanîn ku rakirina peyker ne bi dilê gelê navçeyê ye û ev zilmek e. Siraç anî ziman ku hema li cihekî dema navê kurdî û çanda kurdî dibînin xirab dikin û wiha axivî: “Ka ji bo rakirina vî peykerî ji kê pirs kir, ji me nepirsî." ‘PEYKERÊ AŞTIYÊ RAKIRIN’ Orhan Başboga jî bi lêv kir ku ew rakirina peykerê Kaymaz napejirînin. Başboga diyar kir ku ev peykereke aştiyê bû û tu zirar nedabû kesî. Başboga got ku tê xwestin kuştina Kaymaz bidin jibîrkirin û çanda kurdan ji holê rakin. Başboga bang li welatiyan kir da ku vê pêkanînê qebûl nekin.