Serokê CHP'ê yê berê Oymen: Divê em di aliyê hevpar de bibin yek 2017-06-21 10:42:46 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Altan Oymen, helwesta CHP’ê ya têkildarî destnedayîna parlamenteran rexne kir û got: "Diviya bû ku CHPê zanîbûya ku dê ev yek bi nêta xerab bê bikaranîn. Ev şaşiyek mezin e. Lê divê em ne li ser şaşiyan, li ser aliyên hevpar bibin yek. "Meşa Edaletê" ya CHP'ê ji Enqere ber bi Stenbolê ve didome. Tevlêbuna meşê her ku diçe fireh dibe. Ji ber daxwazên hemû civakê dihewîne piştgiriya ji bo meşê jî zêde dibe. Têkildarî "Meşa Edaletê" ya CHP'ê Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Altan Oymen, ji dihaberê re axivî. ‘MEŞ NE LUTUF, MAF E' Oymen, anî ziman ku meş di qanûn û zagonan de yek ji mafê civîn û xwepêşandanan e û wiha got: "Ev meşek bi îsabet e. Serokomar dibêje "Ev meş bi xêra me tê kirin. Ev lutuf e'. Ev ne rast e. Li gorî xala 34’an pir aşkere ye. Li gorî vê xala zagonê her kes bêyî destûr bistîne û beyî serî li tundiyê bide dikare mafê xwe yê meş û xwepêşandanan pêk bîne. Ger ku xizmeta aştiyê bike tu kes nikare mudaxale bike. Ev ne lituf e. Ev mafê me yê bingehîn e." ‘LI DÎROKA TIRKIYE DE BÊEDALETIYA NEHATIYE DÎTIN HEYE' Oyben bal kişand ser armanca meşê û da zanîn ku di dîroka Tirkiye de bê edaletiya ku nehatiye dîtin heye û wiha got: "Daraz bi guhertinên dawî hatiye rizandin. Gelek mirov bê sedem tên girtin. Piraniya wan ne li gorî zagonan in. Cezayê li Enis Berberoglu hatiye birîn û girtina gelek rojnamegeran tiştekî ku di dîroka Tirkiye de nehatiye dîtin. Ev nîşan dide ku pergala edaletê û darazê xera bûye. Em bawer dikin ku meş encamek erênî bi xwe re bîne. Hiqûq, edalet û demokrasî ji bo her kesî lazim e. Divê her kes piştgiriyê bide vê meşê. Tirkiye bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû maye. Ez hêvî dikim ku Tirkiye van pirsgirêkan derbas bike." RAKIRINA DESTNEDAYINÊ HAT ÎHMALKIRIN Oymen, helwesta CHP'ê ya destnedayîna wekîlan jî rexne kir û wiha got: "Ji bo mijara destnedayîna wekîlan pêdivî bi niqaşên zêde heye. Du cureyên destnedayînê heye. Yek jê destnedayîna kursiyê ye. Ya din jî destnedayîna gişti ye. Lê niha hişmendiya destnedayîn îhmal kir heye. Der barê wekîl de ji ber sûcê heyî lêpirsîn naye vekirin Ji ber sûcek din doz vedike digire û piştre ceza dike. NEDÎTINA SÛÎSTÎMALA DESTNEDAYÎNÊ ŞAŞÎ YE Oymen helwesta CHP'ê ya nedîtina sûîstîmalkirina destnedayinê jî rexne kir û wiha got: "Divê CHP'ê texmîn kiriba ku ferasetên cuda dê destnedayînê sûîstimal bikin. Nedîtan sûistimalê şaşiyek mezin e. Lê divê em van şaşiyan dînin aliyekî û li ser aliyên hevpar û rast bibin yek. Divê her kes li ser rastiya hevpar bibe yek." Oymen, anî ziman ku mijara Berberoglu mijarek rojane ye û wiha got: "Wekil Berberoglu rastî 25 sal ceza hat. Têkildarî mijara Berberoglu de bal kişandiye ser HDP’iyan jî. Ger ku firset bibine bê guman dê der barê HDP'iyan de jî hin tiştan bêje. Her kes êdî edaletê dixwaze. Ji bo edalet wekî edaletê pêş bikeve, divê her kes rol û misyona xwe ya li gorî peymanên navneteweyî pêk bîne.