Wezareta Koçberan: 700 hezar welatiyên Misûlê koç kirin 2017-06-21 11:54:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, bi daxuyaniyekê bîlançoya hejmara penaberên ku ji rojavayê Mûsilê koçber bûne aşkere kir û diyar kirine ku 700 hezar welatî koç kirine. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê bîlançoya penaberên rojavayê Mûsilê eşkere kir. Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku hejmara penaberên rojavayê Mûsilê gihiştiye 700 hezar kesan û pêwîste hemû wezaret, saziyên xizmetguzariyê û hikûmetên xwecihî, ji bo vegerandina jiyanê û xizmetguzariya li herêmên rizgarkirî yên rojavayê Mûsilê hemû hêza xwe bikarbînin. Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17’ê Cotmeha 2016’an de destpê kiribû û hîna berdewame. Niha tenê beşek ji taxa kevin ya Mûsilê di destê DAIŞ’ê de maye. Lê şêniyek zêde ya gel li wê taxê dimîne. Hêzên Iraqî jî ji ber rewşa sivîlan operasyona kontrolkirinê hêdî birêve dibin.