Bîlgen û Kaya yên HDP’î dê li Amedê bên darizandin 2017-06-21 11:59:24 AMED – 5'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryar da ku Berdevkê HDP’ê yê berê Ayhan Bîlgen û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li Amedê bên darizandin. 5'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryar da ku berdevkê HDP’ê yê berê û parlamentere HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ê di 31’ê çile de hat girtin û ji 11 salan heta 25.5 salan ceza tê xwestin li Amedê bê darizandin. Îdanameya derbarê Bîlgen de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat amadekirin. Bîlgen bi angaştên “Endamê rêxistinê ye”, “Bi sûckirinê re li dij tahrîk kirin”, “Gel li dijî qanûnan komkirin û tev li kirina meşan” tê darizandin. Dadgeha ku dosyeya Bîlgen lêkolîn bike, dê di rojên pêş de dîroka daneşîne diyar bike. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya hatibû binçavkirin û serbest hat berdan jî 25 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin. 5'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind derbarê Kaya jî biryar da ku li 4’emîn Dadgehay Cezayê Giran a Amedê bê darizandin. Daneşîna ewil a Kaya dê di meha mijdarê de bê dîtin.