Dozger xwest Kizilateş bê binçavkirin 2017-06-21 14:08:52 STENBOL - Melîsa Saglam ji ber ku di Remezanê de etekê kin li xwe kiribû, rastî êrîşa Ercan Kızılateş hat. Dozger cara duyemîn biryara da ku Kizilateş bê binçavkirin. Melîsa Saglam a ji ber etekê kin li xwe kiribû di mînîbusa ji navçeya Pendîka Stenbolê diçû Pendîk-Aydosê bi hênceta "Di Remezanê de etekê kin li xwe kiriye" rastî êrîşa Ercan Kizilateş hat. Dozger der barê Kizilateş de çardin biryara binçavkirinê da.