Ji malê binçavkirin û bi birîndarî avêtin çoltarê 2017-06-21 16:05:13 AMED – Leşkeran Mesut Yalavuz, bi hinceta neçûye leşkeriyê li malê binçav kirin û piştî 24 saetan ji zikê wî birîndar kirin û avêtin çoltarê. Dayika Mesut Raîfe bertek nîşan da û got: "Leşkeran gotin 'Kurê te qaçaxê leşkeriyê ye em dê saetekê bibin Lîcê bû nînin. Lê îşkence lê kirin û piştî 24 saetan avêtin nava çoltarê." Leşkerên li navçeya Licê operasyonê dimeşînin, welatiyan li kolan, derve û ser rêyan qetil dikin. Leşkeran di 19'ê Hezîranê de bi ser gundê Beşiştê yê Licê de girt û bi hinceta neçûye leşkeriyê li malê binçavkirin. Leşkeran îdia kirin ku Yalavuz ji destê wan reviyaye. Lê Yalavuz li gundê Darakol bi birîndarî hat dîtin. Derket holê ku leşkeran Yalavuz dest kelepçekirî li nav bejahiya heremê gerandibûn. Welatiyan diyar kirin ku leşkeran, Yalavuz ji zikê wî birîndar kirine û avêtine nav eraziyê. Yalavuz duh êvarê rakirin Nexweşxaneya Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat diyar kirin ku ji ber îşkenceyê lebatên navdilên wî zerarek mezin dîtiye. Yalavuz di beşa lezgîn de tê dermankirin û talûke ji ser xwe neavêtiye. 'XWESTIN KURÊ MIN BIKUJIN’ Dayika Yalavuz, Raîfe Yalavuz, bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da û wiha got: "Leşkeran bi hinceta kurê wê qaçaxê leşkeriyê birin Licê. Lê birine nav eraziyan gerindine û lê îşkence kirin e. Gotin 'Kurê te qeçaxê leşkeriyê ye em dê bibin Lîcê. Min got ez ê jî bêm. Gotin ‘ne hewce ye, em ê saetek şûn ve berdin.’ Piştî ew ji malê derxistin me agahî jê negirt. Em hîn bûn ku wî nebirine Licê. Piştî rojekê agahî ji gundê Darakola ji me re hat. Em hîn bûn ku kurê min bi birîndarî li çoltarê hatiye dîtin. Ewil îşkence li kurdê min kirine û pişt re jî ew birîndar kirine. Armanca wan ew bû ku wî bi temamî nekujin. Li ciwanan zilmê dikin. Dixwazin ku gelê me qetil bikin. Ev zilm e. Tu sûcek kurê min nîn bû. Roja operasyon destpê kirin li gund bû. Çi heqê wan heye vê yekê li me dikin. Ewil îşkenceyê li gel dikin û pişt re jî wek ‘terorîst’ binav dikin.”