Polîsan vê carê li şûna bombeyên gazê bi gaza îsotê mudaxale kir 2017-06-21 16:24:02 ENQERE- Polîsên li kolana Yukselê êrîşî çalakiya kedkarên cemawerî kirin vê carê li şûna bombeya qazê bi gaza îsotê êrîş kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 105'an de didome. Kedkarên cemaweriyê jî li Kolana Yulselê di roja 225'an didome Polîs her roj di saeta çalakiyê de Kolana Konurê bi mertalan li çalakvanan digirin. Ji bo daxuyaniya çapemeniyê Acun Karadag, Velî Saçilik û koma bi wan re, hatin ber mertalên polîsan. Polîsên ku mudaxeleyî komê kir vê çarê bombeya gazê û guleyên plastîkê bikar ne anîn. Polîsan vê care li şûna bombeya gazê û guleyên plastîk gaza îsotê bikar anî û hemû kesî/ê matmayî hişt. Acun Karadag ê li ser navê çalakvanan daxuyanî da, diyar kir ku heya hêzên taybet ên polîsan paşve venegerin, ew dê li kolanê bin. Piştre polîs bi mertalên xwe ji kolanê veqetiyan û çalakvan jî bi lêxistina çepikan re belav bûn."