Der barê mirinên ku ji ber wesayîtên zirxî çêbûn de lêpirsîn hat destpêkirin 2017-06-21 18:37:57 AMED - Li Amedê, di du rojên dawî de ji ber wesayîtên zirxî ku li wesayîtên sivîl qelibîn 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê van mirinan de lêpirsîn hat destpêkirin. Li Amedê, di du rojên dawî de wesayîtên zirxî li wesayîtên sivîl qelibandin û ji ber vê 7 welatiyan jiyan xwe ji dest dabû. Der barê van qelibandin û mirinan de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku der barê bûyera ku li ser riya Amed-Çewligê qewimî de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin û ji Wezareta Navxweyî mufetîş hatiye xwestin. ÇI BÛBÛ? Di 18'ê Hezîranê de li ser riya Licê-Çewligê mîdîbusa polîsên taybet li mînîbusa rêwiyan qelibandibû û di bûyerê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 18 kes jî birîndar bûbûn. Duh 5 kesên ku ji bo taziyaya her du welatiyên jiyana xwe ji dest dan çûn gundê Dêrxustê, di dema vegerê de li Deşta Fîsê wesayîta zirxî li wesayîta wan qeliband û her 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn.