Bi sedan kes li ser sifreya ruyê erdê rûnişt 2017-06-21 21:07:38 AMED - Sifreya ruyê erdê ku li hemberî rûxandina li taxên Sûrê tê raxistin, vê êvarê jî bi beşdarbûyîna bi sedan kesî hat raxistin. Vê êvarê jî bi pêşengiya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na sifreya ruyê erdê hat raxistin. Sifre ji aliyê Meclîsa Jinan a Platforma Şaxên KESK'ê ve li li Taxa Lalebeyê ku rûxandin lê didome hat raxistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamên Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî di nav de bi sedan welatî li ser sifreyê rûniştin. Welatiyan bi tevkariyî xwarin li ser sifreyê danîn û piştî banga mele hemû kes bi hevdu re fitariya xwe kir.