Îdîaya li wargehên cemaetê zarok tên derpkirin 2016-12-07 09:08:43 EDENE - Endamê Egîtîm Senê û Mamosteya Şêwirmenda Derûniyê ya Dibistana Navîn a Meryem Abdurrahîm Gîzer Ayhan Topal diyar kir ku li Edeneyê nêzî 80 wargehên cemaetê heye, nêzî 70 xwendekarên dibistanê li van wargehan dimînin û wiha got: "Xwendekarên kul i wargehê dersa olî dibînin tên derpkirin. Divê dewlet lezgîn van wargehan bigire. Ji berk u ev wargeh ne qanûnî ne." Piştî di wargena keçan a li Aladaga Edeneyê ya girêdayî cemaeta Suleymanciyan de şewat derket û 12 kesên di nava wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan balê her kesê çû ser wargehên din ên cemaetê. Li Edeneyê nêzî 80 wargehên xwendekaran ên girêdayî Suleymanciyan hene, li van wargehan xwedekarên dibistana navîn û amadeyî lê dimînin û tê diyarkirin ku rewşa van wargehan wekî ya wargeha şewitî ye. '70 XWENDEKAR LI VAN WARGEHAN DIMÎNIN' Endamê Egîtîm Senê û Mamosteya Şêwirmenda Derûniyê ya Dibistana Navîn a Meryem Abdurrahîm Gîzer Ayhan Topal ku bi baryanameya KHK'ê hatiye îxraçkirin diyar kir ku xwendekarên ku li wargehên Suleymanciyan dimînin li dibistanên wan perwerdehiyê dibînin û wiha got: "Hinek xwendekarên li Wargeha Xwendekaran a Tepebag, Wargeha Haci Velî Dagkiran a li Sariçamê û wargeha Gulbahçe ya li Seyhanê dimînin li dibistanên me dixwînin. Tişta hevpar a van xwendekaran ew e ku ji çolteran hatine û feqîrin. 70 xwendekarên ku li dibistanên me qeyîtkirine li van wargehan dimînin." 'XWENDEKAR TÊN DERPKIRIN' Topal bi lêv kir ku xwedekarên li wan wargehan dimînin ne bi serwîsan bi wesayitên wargehên tên û diçin û wiha pêde çû: "Xwendekar her tim ji ber lêxistin û bi zorê paqijkirina wargehan gilîdarin. Ji ber ku ev zarok di saetên zû de tên hişyarkirin li dibistanê di dersan de her tin dirazin. Îdareya dibistan û Perwerdehiya Neteweyî ya Bajar derbarê van wargehan de tiştekî nakin û xwendekaran teşwîqî van wargehan dikin. Berpirsên van her sê wargehan zextan li mamosteyan dikin. Ji berk u min ev giliyên xwedekaran ji malbatan re ragihandin giliyê min kirin û rastî gotinên bi gef hatim. Ligel ku ev qedexe ne jî mana xwendekaran a li wargehan didome." 'BILA DEWLET PEYWIRA XWE PÊK BÎNE' Topal, da xuyakirin ku li van wargehan kontrolên ji rêzê dikin û wiha axivî: "Li wargehan karkerên pispor tune ne. Li van wargehan tenê 'xwiş û birayên' ku dersên olî didin hene. Bi lêdanê dersên olî tên dayîn, zarokên ku vana ji mamosteyên xwe yên dibistanê re dibêjin jî tên cezakirin. Mijarek din a ku bi lezgînî li wargehê bê lêkolînkirin jî îstîsmara zayendî ye. Divê bi lesgîn dewlet van wargehan bigire. Ji berk u dijqanûnî ne. Ev xwendekarên kul i dibistanên navîn dixwînin divê li YÎPO yan jî pansiyonên dewletê bimînin. Lê ve hikûmet van dibistanan digirin û girîngiyê nadin. Zarokên me ji pêşkêşî wargehên cemaetê dikin û kesan bi wan didin qezenckirin. Divê dewlet peywira xwe ya k udi qanûna bingehîn de jî hatiye gotin a perwerdehiya bêpere, zanistî û laîkî pêk bîne."