Jina reqqayî: Ez vê tarîtiyê ji ser xwe davêjim 2017-06-22 09:07:58 REQQA - Li Reqaya ku hêzên QSD'ê wê azad dikin, Fatma Hesen a 18 salî çarşefa li ser xwe avêt û wiha got: "Ez vê tarîtiyê ji ser xwe davêjim." "Canga Mezin" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li navenda Reqayê li dijî DAIŞ'ê dan destpêkirin li taxên El Berîd û Qedîsiyeyê bi pevçûnên dijwar didome. QSD, hem ji hêla eniya rojava û hem jî ji ya rojhilata ve bi nav bajêr ve diçe û li her cihên ku rizgar dikin bi sedan reqqayiyan jî ji esaretê xelas dikin. Zarok, jin û extiyarên ku tên rizgarkirin di korîdorên her du eniyan de tên derbaskirin û ji bo herêmên ewle tên veguhastin. Di dema rizgarkirina ji esareta 4 salan de herî zêde jin û zarok kêfxweş dibin û jinên ku tên azadkirin pêşî şervanên YPJ'î wan pêşwazî dikin. Jinên tên rizgarkirin YPJ'iyan hembêz dikin û bênavber maç dikin. Yek ji van jinên jî Fatma Hesen e. Hesen kêfxweşiya azadiyê bi derxistin û avêtina çarşefa li ser xwe nîşan dide. JI BO BIGIHÎJE QADA EWLE BI SAETAN MEŞIYA Fatma Hesen a 18 salî tevî malbata xwe ji korîdora ku di navbera taxên Deriye û Sebehiyeyê hat vekirin de xwe gihand qada ewle. Ji bo bê cem şervanên QSD'ê, rêwîtiyeke zor û zehmet kir. Ji lew re Hesen ji bo pêl mayînên ku DAIŞ'ê bi cih kirine neke, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Dema xwe gihand şervanan hêstir ji çavên Hesen bariyan û diyar kir ku ji bo ew xwe bigînin qadên ewle bi saetan ew tî û birçî meşiyane. Ava ku şervanan dayê, bi serê xwe da kir. Pişt re Hesen wê çarşefa reş ku DAIŞ'ê li wan ferz kiribû ji ser xwe derxist û avêt. ‘ÊDÎ EM RIZGAR BÛN' Hesen, çarşefa reş ji ser xwe avêt û tevî fîstanê xwe yê rengîn wiha got: "Êdî naxwazim çarşefa reş li xwe bikim. Ez vê tarîtiyê ji ser xwe davêjim. Me nedixwest em vê çarşefê li xwe bikin. Çeteyan li me ferz kir. An jê dê me bikuştanan. Lê êdî em rizgar bûn. Em ji wê dojehê derketin. Azad in. Her tiştî bi zorê bi me dikirin. Em ê êdî nekin." Nazim Daştan - dihaber