Girtiyê nexweş: Li şûna bibin nexweşxaneyê ez sirgûn kirim 2017-06-22 09:08:30 ENQERE - Girtiyê nexweş Mahsûm Arslan ragihand ku ew li bendê bû wî bibin nexweşxaneyê, lê ew sirgûnkirin. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her diçe xerabtir dibe. Girtiyên nexweş Hakki Tûrgay û Mahsûm Arslan, name şandin û binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû dimînin vegotin û rewşa xwe ya tenduristiyî ragihandin. Hakki Tûrgay ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê tê ragirtin, diyar kir ku 5 meh berê li Êlihê bi birîndarî hatiye binçavkirin û piştî emeliyatê ji ber ku tedawiya fizîkî nayê kirin, niha hindik maye ku lingê wî seqet bibe. Tûrgay wiha ragihand: “Piştî hatim binçavkirin ji çonga xwe du caran emeliyat bûm û min şandin Girtîgeha Êlihê. Piştî du mehan şûn de min sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Hat gotin ku divê di zindanê de tedawiya min a fizîkî bê kirin. Piştî mehekê şûnde jî min û 7 hevalên min di 25'ê Gulanê de sirgûnî Girtîgeha Ordûyê kirin. Hema bêje li girtîgehê tewrên dijminahiyê hene. Yanî şert û mercên wê nayên kişandin. Di nav 5 mehan de 3 girtîgeha hatin guhertin. Niha em bi pêkanîn û înîsiyatîfên kêfî yên îdareya girtîgehê re rû bi rû ne." ‘LI BENDÊ BÛM KU MIN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ, LÊ EZ DU CARAN SEWQ KIRIM' Girtiyê nexweş Mahsûm Arslan ku li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê tê ragirtin, diyar kir ku ew ji milê xwe yê çepê ve seqet e û divê emeliyat bibe. Arslan, diyar kir ku ji dêvla ku bê emeliyatkirin hatiye sewqkirin û wiha ragihand: "Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dihatim ragirtin û bi hinceta tedawiya min nayê kirin min sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê kirin, lê dîsa jî nehatim tedawîkirin. Çimkî, bijîşkên li wir berê jî gotibûn em nikarin te emeliyat bikin û min sewqî Zanîngeha Dîcleyê kiribûn, lê belê li gel vê yekê jî ez sirgûnî Xarpêtê kirim. Herî dawî di 31'ê Gulanê de li Xarpêtê ketim heyetê û heyet ez sewqî Zanîngeha Dîcleyê kirim. Lê belê, hîn li benda vê sewqê bûm, min û hevalê min ê nexweş Mecît Yalçin sirgûnî Girtîgeha Îskenderûnê kirin. Bêyî ku dest pê bike tedawiya min qediya. Wexma li hestî belav dibe û seqet dimînim. Lê belê hîn jî Wezareta Dadê li pêyî sirgûnên kêfî ye."