Bi roj ji ber germê, êvarî jî ji ber kelmêşan bêzar in 2017-06-22 09:10:10 EDENE - Bi germbûna hewayê re, pirsgirêkên karkerên demsaliyê jî zêde dibin. Karkeran dest nîşan kir ku ji ber germê û kelmêşan ew nikarin di konan de rakevin. Karkerên demsaliyê ku havînan ji bajarên wek Riha, Amed, Mêrdîn, Semsûr û Şirnexê berê xwe didin herêma Çûkûrovayê, di konên ku li qeraxên riyan û cihokan vedane de dijîn. Karkerên ku di şert û mercên netenduristiyane de dijîn li hemberî germê, kelmêşan û nexweşînan jî têdikoşin. 'KAR TUNE YE, EM ROJA XWE DI KONAN DE DERBAS DIKIN' Karkerê çandiniyê yê bi navê Mehmet Oztûnç, anî ziman ku zivitanê ew li hemberî baran û heriyê û havînê jî li hemberî germê, kelmêş û tozê têdikoşin. Oztûnç, diyar kir ku ew ji Rihayê hatine bajaroka Tûzla ya Karataşa Edeneyê û ew li vir di konan de dijîn û karê erdan dikin. Oztûnç wiha got: "Ji meha Çileyê ve li vir im. Dema kar tune be em roja xwe di konan de derbas dikin." Oztûnç balê kişand ser zehmetiya şert û mercên jiyana di konan de û wiha axivî: "Mayîna li konan zor e. Em ji sibehê heta êvarî dixebitin. Êvaran di konan de ji ber germê û kelmêşan em nikarin rakevin. Li vir xweşikî lawabo û serşokek jî tune ye. Em bi nexweşînan re rû bi rû mane. Ev jiyan, ne tu jiyan e." 'EM NEXWEŞ DIKEVIN' Kiymet Goktaş jî wiha got: "Jiyana di konan de zaf zehmet e." Goktaş, diyar kir ku zivistanan ew li hemberî baran, herî û bayê û havînan jî li hemberî, germ, toz û kelmêşan têdikoşin û wiha axivî: "Ji ber germê em nexweş dikevin. Enfeksiyonê digirin. Em li konan li hemberî nexweşînan jî li ber xwe didin. Piştî 10.00'ê sibehê hûn nikarin têkevin konan. Çimkî zaf germ dibin. Ev heta esir wisa ye. Paşê hinekî hênik dibe. Kon dîsa germ in û bi ser vî halî de jî kelmêş tên. Yanî em ji ber germê û kelmêşan nikarin rakevin. Yê ku derfetên wî hebin, perwaneyê dikire. Jixwe ew jî pir bi kêr nayê." 'EM EMCBÛR IN...' Karkerê bi navê Ahmet Demîr jî wiha got: "Hewa zaf germ e, mirov nikare di konan de îdare bike. Em ji mecbûrî dimînin. Yanî wekî din tiştekî ku em bikin tune ye."