‘Min 150 malbatên tirkmen birin Cerablûsê' 2017-06-22 09:10:54 DÎLOK - Tirkiye, li Cerablûsa komên OSO'yê bi cih kirine, tirkmenên ku ji welatên cuda aniye bi cih dike. Veguhêzkarek wiha got: "Min bi xwe 150 malbat veguhastin Cerablûsê." Heman veguhêzkar dest nîşan kir ku, serê her malbatekê 300-400 dolar meaş jî tê dayîn. Tirkiye, kurdan tawanbar dike ku li Sûriyeya Bakur demografiyê diguherînin. Lê ew bi xwe li Cerablûsa ku tevî komên OSO'yê wê dagirkirin, malbatên tirkmen ku ji Tirkîstana Rojhilat, Tirkmenîstan û ji Komarên Turkî tîne bi cih dike. Hat diyarkirin ku tirkmen di Deriyê Sînor ê Karkamişê re tên derbas kirin. Tişta balê dikêşe jî ew e ku, malbatên ku tînên Cerablûsê gelek zarokên wan hene. TIRKMEN TÊN BICIHKIRIN Welatiyê ku li deriyê sînor şîrketa wî ya veguhêzkariyê heye û ji bilî qeyda deng tu agahî parve nekirin, dest nîşan kir ku ev meheke hejmara tirkmenên ku tên zêde dibe. Şahid, anî ziman ku şîrketa wî bi xwe jî amûrên van kesan vediguhêzîne. Şahid, got ku kurd û erebên cerablûsî ku koçî Karkamişê kirine nikarin biçin. Veguhazkarê şahid, diyar kir ku tirkmen li cihên ku kurd û ereb jê hatine derxistin tên bicihkirin. ‘MALÊN WAN TÊN BELAVKIRIN' Veguhêzkar, anî ziman ku mal, erd û kargehên aîdî kurd û ereban didin tirkmenên li Cerablûsê tên bicihkirin. Veguhêzkar got ku, her wiha serê her malbatekê 300-400 dolar meaş jî tê dayîn û wî heta niha 150 malbat veguhastine Cerablûsê. Veguhêzkar, diyar kir ku hin malbatên ku tên sînorê Karkamişê ji Dîlok, Hatay, Mêrsîn, Osmaniyeyê û hwd. tên û hin ji vana tirkmenên ku berê di kampên penaberan de dijiyan bi xwe ne. Veguhêzkar, anî ziman ku hin tirkmen jî ji Navendên Paşveşandinê tên û diyaloga xwe û malbatekê wiha ragihand: "Li sînorê Karkamişê me û malbatekê li hev kir. Eşyayên wan hindik bûn û me li wesayîtê bar kir. Dema em hatin deriyê sînor, nasnameyek da peywirdaran. Dema peywirdaran ew nasname dît bêyî tiştekî bipirsin destûr dan. Di rê de min ji wî kesî re got ka ev çi nasname ye. Got 'ji bo em biçin Cerablûsê dewletê ev nasname daye me.' Min jê pirsî ka ji kuderê hatiye. Got, ew ji Tirkîstana Rojhilatê hatine Tirkiyeyê û demeke dirêj e ku li Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê diman. Got, rayedarên vê navendê ji bo biçin Sûriyeyê nasname û pere dane wan û vê yekê ji bo hemû tirkmenan dikin. Dema em gihaştin navenda Cerablûsê kesekî bi navê Saîd hat pêşiya me. Me malbat teslîmî wî kir û em vegeriyan." ‘DERIYÊ SÎNOR JI TIRKMENAN XALÎ NABE' Veguhêzkar, dest nîşan kir ku di demên dawî de deriyê sînor ji tirkmenan xalî nabe. Veguhêzkar, got ku di vê meha dawî de bi dehan malbatên tirkmen hatin deriyê sînor. Veguhêzkar, da zanîn ku hin tirkmen bi otobêsên ku plakeyên wan ên Stenbol, Mêrsîn, Enqere û Osmaniyeyê ne tên veguhastin. Her wiha veguhêzkar got ku, tirkmenên ku tên piraniya wan jê ciwan in û bêyî ku li deriyê sînor bên rawestandin tên derbaskirin. Erdogan Alayumat/ Haci Yusuf Topalglu - dihaber