Tevî hemû astengiyan bi biryarin ku çalakiya xwe li Yukselê bidomînin 2017-06-22 09:11:25 ZMÎR - 4 perwerdekarên ku li hemberî îxracan dest bi çalakiyê kirin, 105 caran hatin binçavkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyî li wan hat birîn. Li gel ewqas girtin û cezayê pereyî jî 4 kedkarên perwerdehiyê di roja 120'emîn a çalakiya xwe de biryar dan ku çalakiya xwe li Yukselê bidomînin. Kedkarên perwerdehiyê yên li Meletiyê bi KHK'yan hatin îxrackirin û di nav 120 rojan de 105 caran hatin binçavkirin, ji bo balê bikşînin ser rewşa Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça biryar dan ku çalakiya xwe li Kolana Yukselê ya Enqereyê bidomînin. Sertaç Okdemîr, ku piştî 10 salên mamostetiya xwe ya îngilîz hat îxrackirin behsa çalakiya xwe ya li Meletiyê kir. 2 GIRTIN, 105 CARAN BINÇAVKIRIN Û 100 HEZAR CEZAYÊ PEREYÎ Okdemîr, da zanîn ku li Meletiyê 50 endamên KESK'ê hatine îxrackirin û piştî îxracan wan 6 heval dest bi çalakiyê kiriye. Okdemîr, anî ziman ku ew gelek caran hatine binçavkirin û der barê wan de gelek doz hatine vekirin û wiha domand: "Du hevalên me ji ber dosyeyeke din hatin girtin. Em man 4 heval. Tam 120 rojan em li qadê bûn û ji van rojan tam 105 rojan em bi şidet, binçavkirin û îşkenceyên polîsan re rû bi rû man. Gelek caran ji ber Qanûna Jimare 2911'an doz hatin vekirin. Me dizanibû ku dê bi çewisandinî bi ser me de bên. Paşê li me 227 lîre cezayê pereyî hat birîn (Di çarçoveya Qanûna Qebehetan de). Niha serê her kesekî bi qasî 25 hezar lîre ceza li me hatiye birîn." 'TÊKOŞÎNA RÛMETÊ YE' Okdemîr, dest nîşan kir ku têkoşîna wan û ya Gulmenê di heman demê de têkoşîna rûmetê ye û wiha axivî: "Wek zarokên xizanan me nanê xwe bi dest xist û em ê ji îradeya kêfî ya hin kesan re nehêlin. Li Enqereyê û gelek deverên din hevalên me daketin qadan. Polîs êrîşî berxwedana Yukselê dikin. Hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Der barê wan de 25 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Wek hincet fealiyetên wan ên 20 rojî tên nîşandan û tê îdiakirin ku endamê rêxistinê ne. Ma ji ber ku van hevalên me doza kar û nanê xwe kirin bûn terorîst? Civakê piştevaniya van grevên birçîbûnê kir. Dibêjin faşîzm tim ji deng û ronahiyê nerihet dibe. Me jî bi çavên xwe dît." 'EM Ê DAXWAZA KESÊN HATIN ÎXRACKIRIN TIM BÎNIN ZIMAN' Okdemîr, anî ziman ku piştî girtina Gulmen û Ozakçayê wek berxwedêrên Meletiyê wan biryar daye ku çalakiya xwe li Yukselê bidomînin û wiha axivî: "Îro li girtîgehê jiyana hevalên me di talûkeyê de ye. Ev hevalên me tenê ne birçiyên karê xwe ne. Biriçiyê dayîna mafên xizanan, birçiyê edalet, huqûqê ne. Wek berxwedêrên Meletiyê tam 120 rojan me li Meletiyê ev daxwazên mafdar anîn ziman. Em ê ji niha û pêve çalakiya xwe li Kolana Yukselê ya Enqereyê bidomînin. Em ê daxwazên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û hemû kedkarên cemaweriyê yên hatine îxrackirin bêtir bînin ziman. Em bi milyonan e. Bêdeng be jî li paş me qîrînek heye."