Genco Erkal: Pêdivî bi avakirina eniya demokrasiyê heye 2017-06-22 09:12:18 ENQERE - Hunermendê şano û sînemayê Genco Erkal ku tevlî Meşa Edaletê bû, balê kişand ser çewisandina li ser hemû civakê û wiha got: "Tiştên diqewimin ber bi raperînê ve dibe." Erkal, diyar kir ku heke serdana Demîrtaş bê kirin dê baş be û divê teqez eniyeke demokrasiyê bê avakirin. Erkal, got ku ev pêkan e û balê kişand ser encamên referandûmê. Hunermend Genco Erkal ku tevlî Meşa Edaletê bû, dest nîşan kir ku li ser hemû derdorên civakê çewisandin hene. Erkal got ku hunermendan jî nesîbê xwe ji vê yekê wergirtiye û wiha axivî: "Ev çewisandin xwe digihîne me jî. Ez havînê li cihwarên dîrokî pêşandana şanoyê dikim. Herî dawî çend roj berê li baxçeyê Lîseya Kadikoyê bi hinceta OHAL'ê pêşandan hatin astengkirin. Sala çûyîn hatin astengkirin, lê îsal qet destûr jî nehat dayîn." Erkal, anî ziman ku hikûmet li gor dilê xwe bahaneya OHAL'ê bi kar tîne û astengiyan ji wan re jî derdixînin. Erkal, dest nîşan kir ku nehiştin ku ew têkevin dika Şînasî ya Şanoya Dewletê ya Enqereyê û wiha axivî: "Ev 5 sal in yanî ji dema bûyerên Geziyê ve Wezareta Çandê tahsîsat birîne û bi tu awayî destekê nade. Şanoya Karacayê bi hinceta derz lê hene hat girtin. Em ji wir jî hatin avêtin. Çewisandin li her derî hene." TIŞTÊN DIQEWIMIN BER BI RAPERÎNÊ VE DIBE Erkal, anî ziman ku encamên referandûmê ji bo wî jî êdî di asta "êdî bes e" de nee û wiha domand: "Çimkî referandûm ji bo çarenûsa Tirkiyeyê zaf girîng bû. Ji sedî sed bawerim ku em bi ser ketin. Li gel vê, li gel hemû encamên neheq û derqanûnî, li gel hemû tiştên biqisûr û şaîbeyî ber bi guherandina rejîmekê ve diçe. Ev di serî de di warê edaletê de û bi giştî di her warî de bi rejîma yekzilamî ve tê kelijandin. Ev yek ber bi îsyanê ve dibe. Divê ji wê roj ve liv û tevgerînek çêbibûna. Lê ji bo min ev çalakî zaf watedar e. Min xwest demildest tevlî wê bibim." Erkal, diyar kir ku dîmena meşê zaf bandor lê kiriye. Erkal got ku pêdiviya mirovan bi moralê heye û wiha diyar kir: "Wisa difikirim ku dê ev tevger mezintir bibe. Her ku nêzî Stenbolê bibe dê watedartir bibe. Dê ev ji bo me hemûyan bibe cihê moraleke mezin." Erkal, pirsa ku divê meş heta kuderê bidome wiha bersivand: "Ez wê nizanim, lê hemû mesele ne mesela girtina parlementerekî li Maltepeyê ye. Ev lêgerîna edaletê ye û divê teqez bidome." BIRYARA DESTNEDAYÎNAN ŞAŞ BÛ Erkal, diyar kir ku ew tevlî rexneyên ku di warê destnedayînan de li CHP'ê tên kirin dibe û wiha axivî: "Taliya talî zirar gihaşt wan jî. Ez wisa difikirim ku biryareke şaş bû." PÊDIVÎ BI ENIYEKE DEMOKRASIYÊ HEYE Erkal balê kişand ser pêkaniya avakirina eniyeke demokrasiyê ya di navbera HDP û CHP'ê de û wiha got: "Pêkan e, çimkî di vê referandûmê de eniyeke Na'yê çêbû. Ji ber ku li wir her kesî dest da hevdu encameke wisa derket. Divê ev bidomîne." HEKE SERDANA DEMÎRTAŞ BÊ KIRIN DÊ BAŞ BE Erkal di warê ziyaretkirina Demîrtaş de jî wiha got: "Dibe, bi ya min dê baş be." Her wiha Erkal têkildarî greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça de jî wiha got: "Ew xwişk û birayên min in. Ez berxwedana wan silav dikim. Ez li bendê me ku ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin."