6 xwendekarên li Antalya hatin berdan 2017-06-22 10:18:32 ANTALYA - 6 xwendekarên bi hinceta di merasima mezûniyetê Zaningeha Akdenizê de pankart vekirine, di kerdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û girtin, bi şertê qedexeya dervê welat hatin berdan. Di 12'ê Hezîranê de di merasima mezûniyetê ya Zanîngeha Akdenizê de xwendekaran pankarta "Ji Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça re azadî, "Li gori A.A em mezûn in", "Em mezun bûn Silivrî li kuye" vekir. Bi hinceta pankart vekirine polîsan bi ser malên xwendekaran de girt û 6 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan, 6 xwendekar sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadger kirin. Dadgerê nobedar jî der barê 6 xwendekaran de bi şertê qedexeya derketina dervê welat, biryara berdanê da. Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê, di merasima mezûniyetê de pankart vekiribûn. Xwendekar Ridvan Seven, Mehmet Alpsoy, Selimcan Alabay, Dilan Esen, Onur Durdagi û Musa Badur piştî merasimê di 12'ê Hezîranê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.