Li goristanên bêkesan cenazeyên wan veguherîn jimareyan 2016-12-07 09:11:21 MÊRDÎN -Li Nisêbînê kesên di pevçûnên di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, wek nenasbarên şer hin ji wan li goristanên bêkesan hatine definkirin, hin ji wan hîn jî li morgan tên rawestandin. Malbatên ku ev 7 meh e ji bo DNA'yê nimûne dane jî, tenê daxwaza wan ew e ku, kêlikên êşên wan hebin. Li Nisêbîna Mêrdînê, kesên di pevçûnên di dema qedexeya 134 rojan de jiyana xwe ji dest dan, bi meha ye nasnameya wan nehatiye diyarkirin. Cenazeyên birin saziyên tiba edlî yên bajarên cuda li gel neteşhîskirina nasnameya wan, li goristanên bêkesan her yek ji wan veguherîn jimareyekê. LI GORISTANA BÊKESAN HATIN DEFINKIRIN Yên jiyana xwe ji dest dan, piştî şerê 75 rojan domiya ji aliyê hêzên dewletê ve ji taxan hatin derxistin û ji bo testa DNA'yê ew veguhastin morgên nexweşxaneyan. Cenazeyên di nav 3 rojan de teşhîsa wan nehat kirin jî, demildest li goristanên bêkesan ên li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatin definkirin. JI 79 CENAZEYÎ TENÊ 19 JÊ HATIN TEŞHÎSKIRIN Li taxên pevçûn lê qewimîn ên wek Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynelabîdînê heta niha 79 cenaze hatine derxistin. Ji cenazeyên hatin derxistin; 27 jê li Rihayê, 6 jê li Amedê, 21 jê li Mêrdînê li goristanên bêkesan hatin definkirin. 4 cenazeyên ji bo testa hestû 7 meh berê şandin Stenbolê, hîn jî tên rawestandin. 2 jê jî li Mêrdînê tên rawestandin û li gel vê heta niha 19 cenazeyên ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin, radestî malbatên wan hatine kirin. Ji bo 60 cenazeyî jî, her çiqas 7 meh berê nêzî 70 malbatî nimûneyên DNA'yê dane jî, hîn jî malbat xwe negihandine cenazeyên zarokên xwe. Li gel malbatan bi dehan caran ji bo teşhîsê serî li Saziya Tibê ya Edlî û dozgeriyê dan jî, di neteşhîskirina cenazeyan de tê israrkirin û bi vî awayî malbat hema bêje tên îşkencekirin. TENÊ DAXWAZA WAN KÊLIKEK E Malbatên ku tenê daxwaza ji bo êşên xwe bijîn kêlikek e, daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Malbatên ku nizanin kîjan gor ên zarokên wan e, dema serdana goristanên bêkesan dikin, êşên xwe diniqutînin ser her kêlikê. Li kêlikên ku nav li ser wan tune ne jî, ji bo diyar be navçeya ku jê hatine derxistin bi tîpên wek "NS" hatine nîşankirin û her gor bi jimareyeê hatiye nîşankirin. 'EM CENAZEYÊ ZAROKÊ XWE DIXWAZIN' Zarokê Leyla Degerê, li Nisêbînê tevlî qada xwerêveberiyê bûbû. Abdûlselam Deger (Kendal Qoser) ê ji destpêka pêvajoyê de li qada xwerêveberiyê cihê xwe digire, li taxan heta dawiyê li ber xwe dide û herî dawî di pevçûnên diqewimin de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Abdulselam Degr, Leyla Deger diyar dike ku, dema ew dibihîsin kurê wan jiyana xwe ji dest daye ji xwe diçin û ji bo wergirtina cenaze demildest tevdigerin û got, ev 7 meh eli bendê ne. Deger wiha axivî:"Em êşên ewqas giran û mezin dijîn ku, êdî em nikarin tamûl bikin. Zarokê me yî me wî ji çavê xwe diparast jiyana xwe ji dest da, lê belê kêlikeke wî jî tune ye ku em êşa xwe biniqûtînin serê. Ev wek mirovbûyînê, mafê me ye. Ji cenazeyên me, gorên me jî ditirsin. Em cenazeyê zarokê xwe dixwazin. Em dixwazin li wê gorê, êşên xwe bijîn."